Li Marsîlyayê AKP hat protestokirin, berxwedan hat silavkirin

Li Marsîlyayê polîtîkayên şer ên AKP’ê hatin protestokirin, berxwedana gel hat silavkirin. Di çalakiyê de hişyariya, “Eger sebra gelê Kurd biqede, weke li Kobanê dizane ku li her derê berxwedanê bilind bike” hat kirin.

Li Marsîlyayê polîtîkayên şer ên AKP’ê hatin protestokirin, berxwedana gel hat silavkirin. Di çalakiyê de hişyariya, “Eger sebra gelê Kurd biqede, weke li Kobanê dizane ku li her derê berxwedanê bilind bike” hat kirin.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi armanca silavkirina xwerêveberî û xweparastina li bajarên Kurdistanê û protestokirina înfaz û qetlîamên dewleta Tirk meşek hat lidarxistin.

Meşa ku malbatên Abdûllah Toprak û Rahmî Kiziltaş ên li navçeya Gimgim a Mûşê hatine qetilkirin jî tevlî bûn, saet 20:00’an li Qada Canebiere’yê destpê kir. Di meşê de wêneyên Kiziltaş û Toprak hatin hilgirtin, pankarta Fransî ya “Dewleta kujer wê hesab bide” hat vekirin. Di meşê de belavokên der barê polîtîkayên şer ên dewleta Tirk de hatin belav kirin. girseyê li Qada Vieux-Port'ê mîtîng li dar xist.

'EGER SEBRA ME BIQEDE WÊ HERDER BIBE KOBANÊ'

Di mitînga ku ji bo cangoriyên têkoşînê rêzgirtinê destpê kir, siyasetmedarê Kurd Felar Marînos axivî û got, “Em gelê Kurdistanê yê li hemberî êrîşên dewleta Tirk xwerêveberiya xwe ragihand û xweparastina xwe bi berxwedanek mezin û bi rûmet nîşan da silav dikin. Em di kesayeta Ekîn Wan a bû sembola vê berxwedana bi rûmet de hemû cangoriyên azadiyê bi bîr tînin. Divê dewleta Tirk baş bizane eger sebra gelê Kurd biqede wê her der bibe Kobanê û dizane ku têkoşîna xwe weke li Kobanê li her derê bilind bike.”

Her wiha taziyeya Abdûllah Toprak û Rahmî Kiziltaş ên li navçeya Gimgim a Mûşê hatine qetilkirin jî wê heya roja Şemiyê dewam bike.