Şervanê YPG’ê Dilsoz Bahar (Kevîn Jochîm) ê bi eslê xwe Elman, 6’ê Tîrmehê li Rojava ku di şerekî li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, 22’ê Tebaxê li bajarê Karlsruhe yê Elmanya wê bispêrin axê.
Şervanê YPG’ê Dilsoz Bahar (Kevîn Jochîm) ê 6’ê Tîrmehê li Rojava ku di şerekî li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, 22’ê Tebaxê li bajarê Karlsruhe yê Elmanya wê bispêrin axê.
NAV-DEM a daxuyaniyeke nivîskî weşand got ku Jochîm ji Mijdara 2012’an ve di şoreşa Rojava de cih digire.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Tirkiyeyê anîne cenazeyê Jochîm ji bo Elmanyayê asteng kiriye, cenaze 14’ê Tebaxê ji bajarê Hewlêr ê Başûrê Kurdistanê anîne Dusseldorf. Hat diyarkirin ku rayedarên Elman ên bi hinceta wê otopsiyê bikin dest danîbûn ser cenaze îro dane malbatê û wiha hat gotin: “Malbat û hevalên wî ji bo ev nêzîkatiyên derveyî mirovî yên bi hefteyane didomin bi dawî bibin, dixwazin Jochîm ber bi rêwîtiya dawî ve oxir bikin.”
Di daxuyaniyê de ji bo merasîma defnkirina Jochîm a 22’ê Tebaxê li Karlsruhe banga tevlîbûnê hat kirin.
Navnîşan û saeta bîranîn û merasîmê wiha ye:
22’ê Tebaxê saet 10.00
Navnîşan: Friedhof Grunwinkel/ Durmersheimer Str. 34 a, 76185 Karlsruhe
Otobus/Tranvay: Bus Linie 60,62, Haltestelle Blohnstr. und Morscher Str.