Bi hezaran kesan li Swîsre dewleta Tirk protesto kirin

Bi hezaran kesên li Swîsreyê derketin qadan gotin, “Ekîn Wan rewşa şilfîtazî ya berxwedana me ye” şerê qirêj ê Erdoganê lanet kirin.

Bi hezaran kesên li Swîsreyê derketin qadan gotin, “Ekîn Wan rewşa şilfîtazî ya berxwedana me ye” şerê qirêj ê Erdogan lanet kirin. Di meşê de li hember komkujiyên sivîl ên AKP û Erdogan pêk tîne, hat destnîşankirin ku bi têkoşîna azadiyê ya gelan re wê Erdogan biçe ser sergoya dîrokê.

Bi hezaran kesên di pêşengiya Navendên Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsre (DEM-KURD) de li bajarê Basel ê Swîsre kom bûn,  bi armanca şermezarkirina polîtîkayên şerê qirêj ên hikûmeta AKP û Erdogan li hember gelê Kurd dimeşîne meşek li dar xistin.

Girseya li Basel Dreirosenpark kom bû heta Wettsteinplatz bi dirûşman meşiya û li wir mîtîngek li dar xist.

EKÎN WAN REWŞA ŞILFÎTAZÎ YA BERXWEDANA ME YE

Di meşê de ku li hember Erdogan hêrseke mezin hebû, pankarta “Ekîn Wan rewşa şilfîtazî ya berxwedana me ye” ya komeke femînist hilgirtibû rastî eleqeyeke zêde hat.

Piştî meşê li Wettsteinplatz mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtîngê de Fûat Komur ê li ser navê DEM-KURD axivî, polîtîkayên şer ên AKP’ê lanet kir û got, şerê Erdogan gihiştiye asteke bê exlaqî.

Piştî axaftinan çalakî bi tilîlî û dirûşman bi dawî bû.

Li gel vê bi sedan kesên li bajarê Bern ê Swîsre di pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bern hatin gel hev, bi mîtînga li Bern Bahnnhofplatz pêk anîn polîtîkaya şer a AKP û Erdogan lanet kirin. 

...