CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Li Parîsê bi çalakiya rûniştê AKP hat protestokirin
Di pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Fransa de li ber Wezareta Karên Derve ya Fransa çalakiya rûniştinê pêk hat. -
Şervanê YPG’ê Kevîn Jochîm li Karlsruhe ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Şervanê YPG’ê yê Elman Kevîn Jochîm (Dilsoz Bahar) ê di pevçûneke li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da li bajarê Karlsruhe yê Elmanyayê bi awayekî girseyî ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. -
Polîtîkayên şer ên AKP’ê li Grazê hatin protestokirin
Li bajarê Graz ê Awûstûryayê polîtîkaya Erdogan û AKP’ê ya car din li hemberî gelê Kurd şer dane destpêkirin hat protestokirin. -
Li Nurnbergê AKP hat protestokirin
Polîtîkayên şer ên AKP’ê li Ewropa tên protestokirin. Li bajarê Nurnbergê Elmanyayê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk bi meşekê polîtîkayên şer ên AKP’ê protesto kirin. -
Yuksekdag: Gel ber bi desthilatdariyê ve diçin
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di komxebata "Akademî aştiyê dixwaze" de axivî diyar kir Serokkomar Erdogan ji bo "desthilatdariya yek zilam" gelan bi şer ve ceza dike û nirxandina "Em bi darbeyeke qesrê re rû bi rû ne" kir. -
Sînagogên dîrokî weke hala zebze û masiyan tên bikaranîn
Kolana Havra ya li Îzmîrê ku bi sedan salan ji aliyê Yahûdiyan ve weke perestgeh hat bikaranîn, niha hala zebze û masiyan e. Esnafên li herêmê dixebitin jî, agahiyan wan ji dîroka Kolana Havra nîne. -
Kesên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn
Ji bo bîranîna 33 ciwanên SGDF'ê ku mehek berê li Pirsûsê hatin qetilkirin, 33 deqîqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. -
Şervanê YPG’ê Jochîm wê 22’ê Tebaxê bispêrin axê
Şervanê YPG’ê Dilsoz Bahar (Kevîn Jochîm) ê bi eslê xwe Elman, 6’ê Tîrmehê li Rojava ku di şerekî li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, 22’ê Tebaxê li bajarê Karlsruhe yê Elmanya wê bispêrin axê. -
Nerazîbûnên li hemberî operasyonên qirkirina siyasî didomin
Xebatkarên Şaredariya Sûrê ku hevşaredarên wan jî di van operasyonên qirkirina siyasî de hatibûn binçavkirin, bi armanca şermezarkirina operasyonan daketin kolana li pêşberî şaredariya xwe û 5 deqeyan li ber deriyê şaredariyê rawestiyan. -
Bîlgen: Em pey biryarên xwe ne lê…
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen got, “Em li pey biryara xwe ya endamdayîna hikûmeta hilbijartinê ne, lê divê di hilbijartina wezîran de nezaketa siyasî bê nîşandan.” -
Li Marsîlyayê AKP hat protestokirin, berxwedan hat silavkirin
Li Marsîlyayê polîtîkayên şer ên AKP’ê hatin protestokirin, berxwedana gel hat silavkirin. Di çalakiyê de hişyariya, “Eger sebra gelê Kurd biqede, weke li Kobanê dizane ku li her derê berxwedanê bilind bike” hat kirin. -
Di doza Mehmet Demîr de parastinên dawî
15. rûniştina doza siyasetmedarê Kurd Mehmet Demîr a bi sûcdariya endamtiya PKK’ê li Dadgeha Bilind a Eyaleta Hamburg pêk hat û parastinên dawî hatin kirin. -
Li Adigey 15’ê Tebaxê bi coşek mezin hat pîrozkirin
31. salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li Komara Xweser a Adigey bi coşek mezin hat pîrozkirin. -
Pêşiyên mirovan berî niha bi 1,8 mîlyon salî mîna îro destên xwe bi kar dianîn
Di encama lêkolînên Enstîtuya Pêşketina Afrîkayê de, k navenda wê li paytexta Spanya Madrîdê ye, fosîlê destekî mirovan ê ji 1,8 mîlyon sal beriya niha mayî, hatibû dîtin. -
'Divê çanda tembûrê ji dest neçe'
Hostayê tembûrê yê Dêrsimî Kaya Yildiz bal kişand ser girîngiya çanda tembûrê û ji bo ev çand ji dest neçe, bang li ciwanan kir. -
Li hember 3 girtiyên di greva birçîbûnê de tecrîd
3 girtiyên Kurd ên ji doza siyasî ku li Girtîgeha Tîpa H a Seyîtgazî ya Eskîşehîrê dimînin, ji bo cenazeyên şervanên YPG/YPJ’ê teslîmî malbatên wan bên kirin dest bi greva birçîbûnê kirine, hatin tecrîdkirin. -
Coşa 15’ê Tebaxê didome
Pêngava 15’ê Tebaxê li Hollanda û Fransa hatin pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de banga pêşxistina têkoşînê hat kirin. -
Li Tarsûsê 4 girtin, li Mêrdînê 5 binçavkirin
4 kesên roja bihurî li Tarsusê di serdagirtina malan de hatin binçavkirin hatin girtin. Li Mêrdînê jî tîmên taybet bi ser gelek malan de girtin û 5 kes binçav kirin. -
'Dema Dirîreşkan 2' derket
Pirtûka 'Dema Dirîreşkan 2' a Mûrat Turk ji Weşanên Mezopotamyayê derket. -
Ciwanên Azad Balafirgeha Charles de Gaulle ya li Parîsê dagir kirin
Endamên Ciwanên Azad a Parîsê ji bo pîrozkirina pêngava 15’ê Tebaxê û silavkirina xwerêveberiyên li gelek navendan hatin îlankirin, Balafirgeha Charles de Gaulle dagir kirin. -
Endamê Meclîsa Ciwanan a Menemen a HDP’ê rastî êrîşa çekdarî hat
Li navçeya Menemen a Îzmîrê endamê Navenda Çandê Mûrat Kaya li Navenda Çandê ya Ciwanan a Menemen rastî êrîşa çekdarî hat. -
Nîjadperestan li Alanyayê êrîşî HDP’ê kirin
Li navçeya Alanya ya Antalyayê komek faşîst a derdora 200 kesî ku li ser tora civakî organîze bûn êrîşî avahiya navçeyê ya HDP'ê kirin. -
Li Sydney pîrozbahiya 15’ê Tebaxê
Li bajarê Sydney ê Awûstralya cejna vejînê 15’ê Tebaxê bi coşeke mezin a girseyî hat pîrozkirin. -
Polîsan li Mersînê êrîş bir ser girseya 15’ê Tebaxê pîroz dikir
Li navçeya Akdenîz a Mersînê girseya xwest salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz bike rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û guleyên plastîk hat. Di êrîşa polîsan de yek jê zarok 3 kes birîndar bûn. -
Ji bo Mehmet Abbasoglû li Essenê taziye
Ji bo Serokê Giştî yê DEHAP’ê Mehmet Abbasoglû li bajarê Essen ê Elmanyayê li Navenda Civaka Kurd taziye hat danîn.