Li Tarsûsê 4 girtin, li Mêrdînê 5 binçavkirin

4 kesên roja bihurî li Tarsusê di serdagirtina malan de hatin binçavkirin hatin girtin. Li Mêrdînê jî tîmên taybet bi ser gelek malan de girtin û 5 kes binçav kirin.

4 kesên roja bihurî li Tarsusê di serdagirtina malan de hatin binçavkirin hatin girtin. Li Mêrdînê jî tîmên taybet bi ser gelek malan de girtin û 5 kes binçav kirin.

Li Taxa Şahîn a navçeya Tarsusê ya Mêrsînê di serdagirtina malan de roja bihurî jê 2 zarok 4 kes hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên li Midûriyeta Polîsana Mêrsînê derxistin dozgeriyê Piştî îfadeyên dozgeriyê 4 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê jî bi îdîaya "endamên rêxistinê" û "Li ser navê rêxistinê sûc kirin" biryara girtina 4 kesan da.

LI MÊRDÎNÊ HEJMARA BINÇAVKIRINA DERKET 5 KESAN

Hejmara kesên li serê sibê li navçeya Artuklu ya Mêrdînê hatin binçavkirin zêdebû. Ligel welatiyên bi navê Garîp Vurgun û Ramazan Ozen, Sirri Şimdi, Felemez Taş û Suphi Allak jî hatin binçavkirin. 5 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê.