Kesên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn
Ji bo bîranîna 33 ciwanên SGDF'ê ku mehek berê li Pirsûsê hatin qetilkirin, 33 deqîqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

Di 20'ê Tîrmehê de li navçeya Pirsûsê li dijî ciwanên SGDF'ê êrîşa bombeyî pêk hat û di êrîşa bombeyî de 33 ciwan hatin qetilkirin. Piştî mehek di ser komkujiyê re derbas bû, girseya ku li ber avahiya Şaredariya Kadikoyê kom bûn, heta Daîreya Zewicandinê ya Kadikoyê meşiyan. Girsê di meşê de pankarta "33 dil ji bo edaletê hildibe" vekirin û ala SGDF'ê rakirin. Girseyê di meşê de dirûşmên, "Dewleta qatil wê hesap bide", "Pirsûsê ji bîr neke û nede ji bîrkirin" û "Ji bo Pirsûsê ji bo Edaletê" berz kirin. Girse piştî gihişt ber daîreya Zewicandinê pirtûk û pêlîstok danîn û daxuyanî da. Li ser navê komê Murat Hakdag daxuyanî da û komkujî şermezar kir. Hakdag, anî ziman ku ji bo piştevaniya Kobanê çûn pirsûsê û wiha got: "Kobanê sembola Azadiyê ye. Em ji 19 bajaran ketin rê û çûn Kobanê. Me xwest wekî darên daristanekê bi hev re û daristana bîranînê ava bikin. Me xwest li pêşiya mirinê bendekê ava bikin. Lê bila baş zanibin ku gelê Anadoluyê bi 33 canan di navbera Kobanê û Anatoliyê de pira biratiyê ava kiriye." Hakdag, bang li her kesî kir ku piştevaniya wan bikin û deng bidin dengê wan.
Piştî daxuyaniyê ji bo 33 kesan 33 deqe çalakiya rûniştinê pêk anîn.