Nîjadperestan li Alanyayê êrîşî HDP’ê kirin

Li navçeya Alanya ya Antalyayê komek faşîst a derdora 200 kesî ku li ser tora civakî organîze bûn êrîşî avahiya navçeyê ya HDP'ê kirin.

Li navçeya Alanya ya Antalyayê komek faşîst a derdora 200 kesî ku li ser tora civakî organîze bûn êrîşî avahiya navçeyê ya HDP'ê kirin.

Atmosfera şer her ku diçe li Kurdistan û Tirkiyeyê belav dibe, êrîşên komên nîjadperest jî zêde dibe. Li navçeya Alanya ya Antalyayê komek nîjadperest a derdora 200 kesî ku li ser tora civakî organîze bûn, di destên wan de ala Tirk hewl dan ku êrîşî avahiya HDP'ê bikin, tabeleya partiyê daxin û ala Tirk di cihê wê de biçikînin. Komên nîjadperest heqaret li esnafên Kurd ên derdorê jî kirin. Êrîşa komên faşîst ji aliyê polîsan ve hate astengkirin.

Hevserokê HDP'ê ya Alanyayê der barê êrîşê de agahî dan û got, ewlehiya wan a jiyanê tine ye û polîs jî tedbîrên pêwîst wernegirtiye.