Pêngava 15’ê Tebaxê li Hollanda û Fransa hatin pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de banga pêşxistina têkoşînê hat kirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
duşem, 17 gelawêjê 2015, 15:42
Pêngava 15’ê Tebaxê li Hollanda û Fransa hatin pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de banga pêşxistina têkoşînê hat kirin.
AMSTERDAM
Li Amsterdam a paytexta Hollanda, girseya ji Kurdistanî, Tirkiyeyî û Hollandayiyan pêk dihat, li ber Navenda Civaka Demokratîk a Amsterdam hatin gel hev û 15’ê Tebaxê pîroz kirin.
Hevserokê navendê Engîn Yurtsever di axaftina xwe de bal kişand ku têkoşîna bi komeke biçûk destpê kir îro gihiştiye mîlyonan.
Huseyîn Denîz jî bal kişand ser wezîfe û berpirsyartiya ku Pêngava 15’ê Tebaxê daniye ser milê gel û diyar kir ku divê mirov hê zêdetir bixebite.
RENNES
15’ê Tebaxê li bajarê Rennes ê Rojavayê Fransa hat pîrozkirin.
Salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê ji aliyê Kurdistaniyên li bajarê Rennes ê Rojavaye Fransa dijîn bi meşekê hat pîrozkirin.
Kurdistaniyên li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Rennes û Tevgera Jinên Kurd a Rennes hatin gel hev, ji Qada Trois Soleil heta Qada Place de la Mairie bi dirûşm û meşaleyan meşiyan.
Di tevahiya meşê de posterê mezin ê Fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) hat hilgirtin. Nûnerên Navenda Civaka Demokratîk a Rennes û Tevgera Jinên Kurd a Rennes têkildarî wate û girîngiya rojê axivîn. Piştî axaftinê çalakî bi dawî bû.