CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Ji bo girtiyên siyasî yên li Îranê hat qetilkirin li Kolnê mîtîng
Li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo bi hezaran girtiyên siyasî yên rejîma Îranê ji sala 1988’an ve qetil kiriye çalakiyek hat lidarxistin. -
Sachsen ji hilbijartina 1’ê Mijdarê re amade ye
Kurdistanî û dostên wan ên li eyaleta Sachsen dest bi xebatên hilbijartinê kirin. Di civîna bi rojeva hilbijartinê pêk hat, bang li gel hat kirin ku tevlî xebatan bibin. -
Nûçeya Rûdawê ya der barê Îmraliyê de hat derewandin
Berdevkê HDP’ê Bîlgen nûçeya Rûdawê ya, “Ekîbeke TV’yê çûye Îmraliyê û wê Ocalan banga agirbestê bike” derewand. Bîlgen got, “Gotinên ku di nûçeyê de bi navê min hatine gotin min negotiye.” -
Ji bo şervanê YPG’ê Hardîng li Sydney merasîm
Li Sydney ji bo şervanê YPG'ê Hardîng merasîm hat lidarxistin. -
Li Marsîlyayê bi beşdariya Tûncel starta hilbijartinan hat dayîn
Kurdistaniyên li bajarê Marsîlya yê Başûrê Fransa dijîn, bi civîneke gel starta xebatên hilbijartinan dan. -
Dadgeha Şêwirmendiyê li dijî RES ên li Karabûrûnê derket
Dadgeha Şêwirmendiyê, di doza li dijî projeya RES a Karabûnê ya Lodos A.Ş. de daxwaza temyîzê qebûl kir û biryara dadgeha herêmî betal kir. -
Welatiyekî Kobanê ji aliyê leşkerên Tirk ve hat qetilkirin
Leşkerên Tirk li ser sînor di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê welatiyê Kurd Remedan Fariq (48) ê ji Kobanê qetil kirin. -
Ji bo azadiya Ocalan li Swêdê stand hat vekirin
Bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û naskirina statuya siyasî ji bo gelê Kurd li navçeya Soderhamn a li bakurê Swêdê stand hat vekirin. -
Darvekirinên Rejîma Îranê li Brukselê hatin protestokirin
Darvekirinên rejîma Îranê li paytexta Bruksel a Belçîkayê hatin protestokirin. -
Piştevaniya Pirsûsê destek da Hopayê
Piştevaniya Pirsûsê alîkariyên ji bo malbat û birîndarên Pirsûsê kom kiribû bi gelê Hopa re parve kir û banga pêşxistina piştevaniyê kir. -
Hevşaredara Agirî ya çû Hopa: Êş a me hemûyan e
Alîkariyên ku şaredariyên Agirî, Îdir, Wan û Amedê şandin Hopa gihiştin cihê xwe. Hevşaredara Agirî Mukaddes Kûbîlay xebatê HES û robaran rexne kir û got: “Proje vê afetê pêş dixin.” -
Zarokên Tûrabdîn li koka xwe vedigerin
Di nava Asûrî-Suryaniyên ji Tirkiyeyê hatine li Swêdê bi cih bûne de, hejmara mirovên nav û paşnavên xwe yên bi Tirkî diguherînin, zêde dibe. -
Dr. Varol: Divê li Hopayê tedbîrên tenduristiya gel bên girtin
Doktor Zeynep Varol a li ser avê TTB’ê li Hopayê lêkolînan dike, diyar kir ku piştî roja çaremîn a lehiyê rîska nexweşiya şewbê çêdibe û got: "Divê bilez tedbîrên tenduristiyê bên girtin.” -
Îro li Ermenistanê jî erişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Îro li paytexta Ermenistanê Êrîvanê êrîşên dewleta Tik ên li hemberî gelê Kurd hatin şermezarkirin. -
Dewlet hewl dide welatiyên Heskîfê bi pereyan bixapîne
Endamê Hevparên Jiyanakirina Heskîfê ya Êlihê Kûrtay diyar kir ku dewleta tirk bi salan e ji bo gelê kurd neçar bike û ji axa wan dûr bike polîtîkayên valakirinê dimeşîne û ji bo xwedîderketina li Heskîfê bang li hemû gelan kir. -
Ustun: Bila Hopa herêma afetê bê îlankirin
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Ustun diyar kir ku pêwîst e Hopa bilez herêma afetê bê îlankirin, Wezîrê Daristan û Avê Eroglû yê di bin projeyên HES û kanan de îmzeya wî heye îstîfa bike. -
Li Edeneyê 3 girtin, ji 2 kesan re jî hepsa malê
Li Edeneyê ji 7 kesên ku yek ji wan zarok e û pêr hatibûn binçavkirin, 3 kes hatin girtin ji bo 2 kesan jî hepsa malê hat dayîn. -
Polîtîkaya şer a AKP'ê bandorek neyînî li faytonvanan jî kir
Bajarê Mersînê ku di mehên havînê de tûrîst lê gelek in, îsal ji ber polîtîkayên şer ên AKP'ê vala ma. Xwediyên faytonan ên bi gerandina tûrîstan re debara xwe dikin anî ziman, ku ew îsal bêkar mane. -
Gerîlayên çalakiya fedayî pêk anîn li Parîsê hatin bîranîn
Li Parîsa paytexta Fransa, gerîlayên HPG’ê Denîz Ûçkûn, Erdal Yildiz û Bûrak Bogakan ên 10’ê Tebaxê li hember Navenda Polîsan a Fatîh a li navçeya Sultanbeylî ya Stenbolê çalakiya fedayî pêk anîn hatin bîranîn. -
Polîsan li Gaziyê êrîş kirin: Zarokek û rojnamevanek birîndar bûn
Li Taxa Gazî ya Stenbolê polîsan êrîş birin ser meşa protestoya konsepta şer a AKP'ê û bi guleya gazê zarokek ji rûyê xwe, bi guleya plastîk jî rojnemavanek ji milê xwe birîndar bû. -
Kartal: Pêwîst e gelê me yê li Ewropa rola xwe hê bihêztir bilîze
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal ê di civîna gel a li paytexta Norwecê Oslo de axivî got, “Dewlet cara yekemîn e li hember Kurdan ne di nav yekîtiyê de ye.” -
Polîsan li Gaziyê êrîşî meşa aştiyê kirin
Polîsan bi bombeyên gazê êrîşî meşa aştiyê ya li Gaziyê kirin. -
Ayna: Xweserî bingeha têkoşîna me ye
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna bal kişand ser daxwazên xweseriya demokratîk ya li herêmê hatiye avakirin û wiha got: "Polîtîkaya xweseriya demokratîk bingeha têkoşîna me ye û em ê heta dawiyê li gel van daxwazên xwe bin." -
Bi hezaran kesan li Swîsre dewleta Tirk protesto kirin
Bi hezaran kesên li Swîsreyê derketin qadan gotin, “Ekîn Wan rewşa şilfîtazî ya berxwedana me ye” şerê qirêj ê Erdoganê lanet kirin. -
Kurd li Danîmarkayê li qadan bûn
Kurdistaniyên li Danîmarkayê, şerê dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne û êrîşên bi armanca qirkirinê yên li hember gelê Kurd li paytext Kopenhag protesto kirin.