'Divê çanda tembûrê ji dest neçe'
Hostayê tembûrê yê Dêrsimî Kaya Yildiz bal kişand ser girîngiya çanda tembûrê û ji bo ev çand ji dest neçe, bang li ciwanan kir.
Hostayê tembûrê yê Dêrsimî Kaya Yildiz bal kişand ser girîngiya çanda tembûrê û ji bo ev çand ji dest neçe, bang li ciwanan kir.
Hostayê tembûrê yê Dêrsimî Kaya Yildiz bal kişand ser girîngiya çanda tembûrê û ji bo ev çand ji dest neçe, bang li ciwanan kir.
Li goşeya ber bi Meydana Seyît Riza ya Dêrsimê, li jêrzemînê avahiya sê qatî, Kaya Yildiz ê 61 salî dixebite û ev çil sal in tembûrê çêdike. Yildiz bi tembûrên xwe re distirê û destnîşan dike ku çanda tembûrê di baweriya Elewîtiyê de xwedî cihekî girîng e.
Yildiz got, "Min di 20 saliya xwe de dest bi vî karî kir. Piştî gundê Temûrtaht, li Stenbol û Dîlokê mam. Di tevahiya jiyana xwe de min ji xwe re Aşik Veysel mînak girt. Li Dîlokê li cem hostayê xwe ez hînî gelek tiştan bûm."
'TEMBÛR MAÇÎ DIKIR Û DATANÎ SER SERÊ XWE'
Yildiz axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Dema ez biçûk bûm, bavê min, kalê min, tembûr ji dîwêr dadixist, maçî dikir û datanî ser serê xwe. Stranên gelêrî distiran û careke din tembûr maçî dikirin û li dîwêr dadiliqandin. Bi tembûrê cem dihat gerandin. Ji ber vê yekê girîngiya tembûrê mezin bû. Divê ev çand ji dest neçe, ji bo ev çand winda nebe ez di 61 saliya xwe de jî hînê vî karî dikim. Û ji karê xwe gelekî razî me. Ez ê her hostayê tembûrê bim. Ji bo çanda tembûrê ji dest neçe, ez ê heta dawiya emrê xwe vî karî dewam bikim."
'DIVÊ CIWAN BIÇIN QURSAN'
Yildiz bang li ciwanan kir ku xwedî li çanda tembûrê derkevin û got, "Tembûr ziman, bawerî û çanda vî gelî ye. Divê ev bawerî, ol û çand winda nebin. Pêwîste ciwanên me biçin qursên tembûrê; li baweriya xwe xwedî derkevin. Di tevahiya emrê xwe re ji bo ev bawerî, ji bo ev kevneşopî winda nebe, ez xebitîm. Ji îro û pê ve jî wê ev hewldan û xebatên min dewam bike."