Kurd li Danîmarkayê li qadan bûn

Kurdistaniyên li Danîmarkayê, şerê dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne û êrîşên bi armanca qirkirinê yên li hember gelê Kurd li paytext Kopenhag protesto kirin.

Kurdistaniyên li Danîmarkayê, şerê dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne û êrîşên bi armanca qirkirinê yên li hember gelê Kurd li paytext Kopenhag protesto kirin. Gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî mîtînga li Aveltrov bûn.

Heval Hewre yê li ser navê YNK’ê axivî diyar kir ku roj roja yekîtiyê ye, yek ji parlamenterên berê yên Partiya Gel a Sosyalîst Pernîlle Frahm, got ku pêwîst e tavilê PKK’ê ji lîsteya terorê bê derxistin.

Serokê berê yê Şaredariya Kopenhag Vîllo Siggurdsson jî diyar kir ku pêwîst e Tirkiye êrîşên xwe demldest bisekinîne, ji bo pirsgirêk bi rêya muzakerayan çareser bibin, derfet bide bêdengkirina çekan. Siggurdsson axaftina xwe bi dirûşma, “nok er nok” ango “Êdî bes e” bi dawî kir.

Li ser navê Partiya Gel a Sosyalîst Cîgirê Serokê Şaredariya  Gladsaxe Serdal Benlî jî, civak û siyasetmedarên Ewropayê rexne kir, got ku li hember Kurdên bi awayekî aktîf li dijî DAIŞ’ê têdikoşin, dewleteke endama NATO ku konsepta şer li ser wan ferz dike nayê qebûlkirin û anî ziman ku divê raya giştî ya Ewropayê di vê mijarê de zextê li Tirkiyeyê bike.

Di çalakiyê de belavokên ku têde behsa konsepta şer a Tirkiyeyê ya li hember Kurdan tê kirin heye hatin belavkirin. 

...