Serokê Fermandariya Giştî ya Îranê: Eger Îsraîl car din êrîş bike, DYE jî nikare wî rizgar bike
Serokê Fermandariya Giştî ya Îranê Ebdulrehîm Mûsewî got, “Eger Îsraîl careke din êrîşî Îranê bike, Emerîka jî nikare Netanyahu rizgar bike.”
Serokê Fermandariya Giştî ya Îranê Ebdulrehîm Mûsewî got, “Eger Îsraîl careke din êrîşî Îranê bike, Emerîka jî nikare Netanyahu rizgar bike.”
Serokê Fermandariya Giştî ya Îranê Ebdulrehîm Mûsevî di peyamek xwe de balkêşa ser êrîşên Îsraîl yên li ser Îranê.
Li gorî Mûsewî êrîşên li ser Îranê beşek ji planeke demdirêje û got, “Dijminan 15 salin ji bo vî şerê ku li ser me ferz kiriye plansazî dikir. Wan li nav Îranê kes perwerde kirin û birêxistin kirin. Wan plan dikir ku Îranê birûxînin û dabeş bikin, lê miletê Îranê bi ser ket.”
Ebdulrehîm Mûsevî di egera êrîşek din a ser Îranê de, gef li Îsraîlê xwar û got, “Eger careke din êrîşî Îranê bikin, dê bibînin ka em dê çi bikin. Wê demê Emerîka jî nikare Netanyahu rizgar bike.”