CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Veguherîna bajarî Roman bêmal hişt
Li taxa Tûrgût Reîs a Mersînê ku bi Romanan tê naskirin, di bin navê veguherîna bajarî de li şûna xaniyên musteqîl ê 30 hezar Roman lê dijîn, avahî tên lêkirin. -
Demîrtaş: Çeka vî gelê têk bibe hê çênebûye
Demîrtaş ê di 23. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî de axivî AKP û Serokkomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan bi zimanekî tund rexne kir û got: “Hê çeka ku gelê Kurd têk bibe çênebûye.” -
Bayik: AKP bi van êrîşan nikare hilbijartinê qezenc bike
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst û hikûmeta Erdogan li hember gelê Kurd û tevgera gelê Kurd êrîşeke mezin daye destpêkirin. Bayik got ku AKP bi van êrîşan nikare hilbijartinê qezenc bike. -
Ji Dusseldorfê ji bo Bakurê Kurdistanê silavên xwerêvebirinê
23'yemîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi şîara, "Bi Rêbertiya Azad em Neteweya Demokratîk Ava Bikin” li bajarê Dusseldorfê ya Elmanyayê destpê kir. -
Dayikên Şemiyê em aştiyê dixwazin
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 545'an de aqubeta Huseyîn Morsumbul ê ku di 12'ê Îlonê de hat binçavkirin û hat windakirin pirsîn. -
Malbatan edalet xwest, polîtîkayên şer ên AKP’ê şermezar kirin
Li Amed, Êlih, Îzmîr û Geverê xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan aqubeta windayan pirsîn û xwestin kiryar bên darizandin. -
Ji bo azadiya Ocalan li Amsterdam çalakî
Li bajarê Amsterdam ê Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser kanalan tûra bi botê pêk hat. -
Di merasîma cenazeyê polîs de ji Serokwezîr re “Kurê xwe bişîne şer”
Di merasîma cenazeyê Polîs Akîf Hatûnoglû de xizmên polîs ji serokwezîr re gotin: “Li vir wê dayika min bigirî. Eger ti parlamenter î, serokwezîr î, kurê xwe bişîne şer. Bes e êdî.” -
Zarokên Kobanêyî û dayika wan spartin axê
Zarokê 3 salî Alan Şino Kurdî, bira û dayika wî ji aliyê hezaran kesî ve li Kobanê hatin defnkirin. -
'Ermenî ya Hemşînî' Şahîn: Zimanê dayikê tinebe gel jî tine ye!
Nivîskar, lêkolîner Şahîn diyar kir ku asîmîlasyon bi tinekirina zimanê dayikê re destpê dike û destnîşan kir ku ziman rewşeke civakî ye. Şahîn bal kişand ser pirsgirêka perwerdeya bi zimanê dayikê ya Hemşîniyan. -
Qatilê Ethem Sarisuluk serbest berdan
Polîsê bi navê Ahmet Şahbaz ê di çalakiyên berxwedana Gezî yên Enqere de Ethem Sarisuluk qetil kir ji aliyê 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqere ve serbest hat berdan. -
Di meşa dirêj de li hember astengiya polîsan çalakî
Meşa dirêj a bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh li bajarê Wuppertal ê Elmanyayê destpê kir. Ciwanan astengiya polîsan bi çalakiyekê protesto kirin. -
Çalakiya edaletê li Frankfurt dewam kir
Çalakiya edaletê ya her hefte ji bo 3 jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin tê lidarxistin vê hefteyê jî dewam kir. -
Cotkar ji ber polîtîka çandiniyê ya AKP'ê bêzar in
Li Êlihê, cotkarên ku salane 500 hezar ton garis hildiberînin, ji ber bê îstîqrariya siyasî ya hikûmeta AKP'ê afirand, neçar man mehsûlên xwe bifiroşin bazirganan. -
Li Dortmundê komîsyona hilbijartinê hat avakirin
Li bajarê Dortmund ê Elmanyayê komîsyonên hilbijartinê hatin avakirin. Di komîsyona ku ji aliyê Meclîsa Jinan a Rozerîn a Dortmundê de hat avakirin 20 kes cih digirin. -
Li Parîsê ji bo Cansiz, Dogan û Şaylamez çalakiya edaletê
Ji bo yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylamez lêgerîna edaletê vê hefteyê jî dewam kir. -
Ciwanên li Ewropa behsa gerîla Ozsonmez kirin
Ciwanên li Ewropa dijîn behsa gerîlayê HPG’ê Ozsonmez ê jiyana xwe ji dest da kirin û girêdana wî ya bi PKK’ê û gel anîn ziman. -
Dayikên Aştiyê li Meclîsê bi HDP, CHP û AKP’ê re hevdîtin pêk anîn
Dayikên Aştiyê li Meclîsê bi serokwekîlên komên HDP, CHP û AKP’ê re hevdîtin pêk anîn û li hember şer banga aştiyê kirin. -
Gelên Egeyê ji bo aştiyê hatin gel hev
Bloka Aştiyê ya Îzmîrê di çarçoveya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de mîtîngek li dar xist. Gulsum Koçak a di komkujiya Soma de kurê xwe winda kir got: “Ew dibêjin mirin em dibêjin xwişk û biratî. Ew dibêjin şer em dibêjin aştî.” -
Li Swêd semînera ‘Ji Komarê heta roja me Pirsgirêka Kurd’
Li Soderhamn a li bakurê Swêd semînereke ku ji damezrandina komarê heta roja me pirsgirêka Kurd hat destgirtin hat lidarxistin. -
Li Fransayê ji bo HDP’ê seferbertî
Pêkhateyên HDP’ê yên li Fransa di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de xebat dimeşandin ji bo hilbijartina 1’ê Mijdarê ketin nav tevgerê. -
Dayikên gerîla û leşkeran li Meclîsê rastî lêgerîna tazî hatin!
Dayikên ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo şer bi dawî bibe hatin Enqereyê di ketina meclîsê de rastî zextên lêgerîna tazî hatin. -
Mirovên kêm radizên 4-4,5 qat zêdetir nexweş dikevin
Di roja îro de gelek mirov pesnê xwe didin ku kêm radizên û gelekî dixebitin. Lê belê li gorî lêkolîneke nû, mirovên kêm radikevin, li gorî yên din herî kêm 4 qatan zêdetir nexweş dikevin. -
Şehîdên Pirsûsê hatin bîranîn
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di xwarina ku bi boneya roja 40'emîn a 33 ciwanên li Pirsûsê hatin qetilkirin, hate dayîn de axivî û got, "40 roj derbas bû lê êşa me derbas nebû." -
Ji bo ji nû ve avakirina Kobanê li Gelsenkirchen aktîvîte
Li bajarê Gelsenkirchen ê Elmanyayê ji bo ji nû ve avakirina Kobanê Çepa Elman aktîvîteyek li dar xist.