BI DÎMEN

Li Adigey 15’ê Tebaxê bi coşek mezin hat pîrozkirin

31. salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li Komara Xweser a Adigey bi coşek mezin hat pîrozkirin.

31. salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li Komara Xweser a Adigey bi coşek mezin hat pîrozkirin.

Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigey a girêdayî Federasyona Rûsyayê bi tevlîbûna sedan kesî 31. salvegera pêngava roja vêjîna gelê Kurd 15’ê Tebaxê bi coşek mezin pîroz kirin. Şahiya ku li Mala Çandê hat pîrozkirin, ji bo cangoriyên di têkoşîna azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane bi rêzgirtinê hat destpêkirin.

Di şahiyê de andama KJK Asmîn Kobanê li ser wate û girîngiya rojê axaftinek kir û got: “Ev roj ji bo gelê Kurd tê wateya ji nû ve afirandina jiyana azad. Têkoşîna ku beriya niha 31 salî hat destpêkirin îro gihaştiye asta herî bilind. Êdî gelê Kurd bi hemû tiştê xwe li vê têkoşînê û li vê jiyana nû derdikeve. Di heman demê de ev ji bo jina Kurd jî bûye sembola azadî û îradeya azad”

Serokê Rêxistina Agirî Feyzo Huseyîn ji axaftinek kir û got: “Pêngava vejîna gelê Kurd di serî de li mîmarê vê rojê Serok Apo pîroz dikin. Îro ruhê 15’ê Tebaxê li tevahî welat belav bûye û bi saya vî rûhî gelê me xwedî li nirxên xwe derdikevin. Her wiha ruhê 15’ê nehişt Kobanê jî bikeve û derbeyên mezin li çeteyên Erdogan dan. Ger em di hemû beşên civakê di kesayeta xwe de bikaribin ruhê vejînê yê 15’ê Tebaxê biafirînin azadî jî wê demê wê ji bo me hê hesantir bibe.”

Piştî axaftina gelên ku beşdarî şahiyê bûye li gel stranên Axîn Biro, Dengbêj Barî, Malvîna Elî Sahî, Koma Govendê ya Kulîlkên Kurdistanê û komên heremî govend gerandin.

...