CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Atalay, bi gel û karmendan re hat cem hev
Serokê berê yê Şaredariya Êlihê Atalay, li Lînzê bi gel û karmendan re hat cem hev. -
Di Doza Kaçeroglû de delîl heye, girtin nîne!
3. rûniştina Doza Kaçeroglû pêk hat. Di rûniştinê de ku parlamenterên HDP’ê jî amade bûn, delîl hatin paşçavkirin û dîsa biryara girtinê nehat dayîn. -
'Bila dewlet bi dawîkirina operasyon û tecrîdê bersiv bide bêçalaktiyê'
Bloka Aştiyê ya bi dirûşma, "Pevçûn na muzakere, şer na aştî" civiya bang li dewletê kir ku bersiva biryara KCK'ê ya bêçalaktiyê bide û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bi dawî bike. -
Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Demîr li Konyayê spartin axê
Cenazeyê Serokê Giştî yê HAK-PAR'ê Fehmî Demîr di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Cîhanbeyliyê ya Konyayê hat definkirin. -
HDP’yiyan lez dan xebatên hilbijartinan
Xebatên hilbijartinan ên HDP’ê didomin. Hevserokê DBP’ê Kamûran Yuksek li navçeyên Kop û Melazgir ên Agirî bi gelên navçeyê re hatin gel hev. Wekîlên HDP’ê li gelek navenda ziyareta esnafan û gel kirin. -
Li Fede de la Solîdarîte ya Nantes standa ji Ocalan re azadî hat vekirin.
Li Fede de la Solîdarîte ya li bajarê Nantes ê Fransa tê organîzekirin ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stand hat vekirin. -
Bîranînên Şehîdên Meha Cotmehê didomin
Şehîdên Meha Cotmehê û kesên di Komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn. Di bîranînan de soza bilindkirina têkoşînê hat dayin. -
Ji ATÎK'ê şeva piştevaniyê
Li Zurîhê "Şeva Piştevaniya ya bi Girtiyan re ya ATÎK" hat lidarxistin. -
Ji bo Kobanê li 5 parzemînan li 400 bajaran amadekariyên çalakiyan
Îsal jî ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê gel derdikeve kolanan. Li 400 bajaran amadekariyên çalakiyan hene. -
Daxuyaniya FEDA ya li ser rojiya Yas-i Mûharrem
FEDA'yê li ser roja 12. a rojiya meha Mûharremê daxuyaniyek da û got, "Têkoşîna navbera heqîqetparêzên berxwedana Kerbela ya Huseyîn û Yezît-Mûaviyeyan dewam dike, wê bidom e. Neviyên Yezîtan ên kujer niha li ser kar in." -
Dîlek Dogan a ji aliyê polîsan ve hat birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
18’ê Cotmehê polîsên girêdayî Midûriyeta Emniyeta Stenbolê di operasyona li Ataşehîr û Sariyer de Dîlek Dogan gulebaran kirin. Dogan a li Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Okmeydani tedawî didît jiyana xwe ji dest da. -
Yuksekdag: AKP riziya; em ê bi ser bikevin!
Yuksekdag, li navçeya Skenderûnê bi gel re hat cem hev. Yuksekdag di kombûnê de peyama: “Dema gelan destpê kiriye” da. Yuksekdag diyar kir ku wê di 1’ê Mijdarê de careke din serketinê bi dest bixin û ji gel piştgirî xwest. -
HDP'ê ji bo Demîr sersaxî xwest
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Yuksekdag û Demîrtaş, ji bo Serokê Giştî yê Hak-Par Fehmî Demîr ê îro di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê weşandin. -
Pîra Elîf ji bo dengdayînê bajêr bi bajêr digere!
Pîra Elîf a li Fransa dijî, ji bo dengê xwe bikar bîne bi hêviya qeyda wê derkeve bajêr bi bajêr digere. -
Cezayê li 'doktorên Gezî' hat birîn hate protestokirin
Odeya Tabîban a Stenbolê, cezakirina 2 doktorên ji ber ku li Mizgefta Bezm-i Alem Valîde Sultan birîndar derman kiribûn salek ceza li wan hat birîn şermezar kir û gotin "Me mizgeft qirêj nekir we hiqûq qirêj kir." -
Ji KCK'ê daxuyaniya Yas-i Mûharrem
Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê, bi wesîleya bidawîbûna rojiya Yas-i Mûharrem daxuyaniyek weşand. -
MLKP’ê ji bo gerîlayên TÎKKO daxuyanî da
MLKP’ê ji bo gerîlayên TÎKKO ên di pevçûneke li Dêrsimê ya bi artêşa Tirk re rû da jiyana xwe ji dest dan peyamek weşand. -
Hewldana Hunera Azad ji bo aştiyê qîr kir
Hewldana Hunera Azad a di duyemîn hefteya komkujiya Enqereyê de kom bû, komkujî bi meşeke ji Qada Tûnel heta Qada Galatasaray protesto kir. -
Li Zurîhê Şehîdên Meha Cotmehê hatin bîranîn
Navenda Demokratîk a Kurd a Zurîhê Şehîdên Meha Cotmehê hatin bîranîn. -
Li Swêd coşa HDP’ê
Ji bo hilbijartina 1’ê Mijdarê ya wê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê pêk bê hilbijêrên li Swêd îro ji saet 09.00’an û pê ve li Fûara Kîsta a Stockholm dest bi dengdayînê kirin. -
Dengdayîna li Swîsreyê didome
Hilbijêrên le Swîsreyê dengdayîna ji bo hilbijartina 1’ê Mijdarê didomînin. Hilbijêrên HDP’ê bang li kesên ku hê dengên xwe bikar neanîne kirin ku biçin ser sindoqan. -
Xebata hilbijartinê ya AKP’ê ya îro: Hejmara binçavkirin 50 derbas kir
Operasyonên qirkirina siyasî îro li 6 navendên cuda berdewam kir. Ji gundan heya navenda bajaran di serdagirtina malan de heya niha li ser 50 kesan hatin binçavkirin. -
Malbatên hesab ji dewletê xwestin: Komkujiyan bi dawî bike!
Di çalakiya vê hefteyê ya ÎHD û xizmên windayan ên li Amed, Gever, Êlih û Şirnexê hate lidarxistin de li dijî gotinên Serokwezîr Ahmet Davutoglu ya "heke em biçin wê torosên spî bên" nerazîbûn hate nîşandan. -
Karkerên tekstîlê yên jin bi tilîliyan Yuksekdag pêşwazî kirin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, li Bahçelievlerê karkerên tekstîlê ziyaret kir û li pirsgirêkên karkeran guhdar kir. -
'Heta Yezîd neçe em nikarin behsa aştiyê bikin'
Li bajarê Wuppertal ê Elmanyayê li Navenda Çandê ya Elewiyan di 10. roja meha Muharremê de bi sedan kes di xwarina fitarê de hatin cem hev.