Yakûp Sînbag (Cenfeda) û Suleyman Guleç (Soro) yên di berxwedana li hember êrîşên faşîst ên hikûmeta AKP’ê de li Farqînê şehîd ketin, li Navenda Civaka Demokratîk a Les Mureaux a li herêma Normandie ya Fransa bi merasîmekê hatin bîranîn.
ANF
PARÎS
şemî, 21 sermawezê 2015, 15:46
Merasîma bîranînê bi tevlîbûna xizmên şehîdan û Kurdistaniyan pêk hat, ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Hayrî Ûlûdag ê li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan axivî got: "Şerê ku hikûmeta faşîst a AKP’ê li hember xwerêveberiyên Bakurê Kurdistanê da destpêkirin, bi awayekî sîstematîk bi qedexeyên derketina kolanan didomin. Hikûmeta AKP’ê armanc dike bi van polîtîkayên dagirker gelê Kurd biçewisîne û gelê herêmê bîne xeta xwe. Ev polîtîka bi berxwedana awarte ya gelê Kurd vala hatin derxistin. Em kesên di vê berxwedanê de şehîd ketim bi rêz bibîr tînin.”