Li Aurich salvegera damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin
Li bajarê Aurich ê Elmanyayê 37. salvegera damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin.
Li bajarê Aurich ê Elmanyayê 37. salvegera damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin.
Li bajarê Aurich ê Elmanyayê 37. salvegera damezrandina PKK’ê bi şevekê hat pîrozkirin.
Li bajarê Aurich ê Elmanyayê salvegera damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin. Joan Hagen ê li ser navê Şaredarê Zettel Laûxtemann ji bo dahata konsera bi armanca avakirina Kobanê û Şengalê hatibû lidarxistin bide Heyva Sor jî tevlî şevê bibû.
Pîrozbahî saet 14.00’an li salona Konserê ya Matador a li Grossefen bi rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê Komîteya Amadekar ku daxuyanî hat xwendin û şûn ve, ji Aurich Koma Jinên Azad, Hozan Silêman Rengîn, Hozan Eylem derketin dikê. Siyasetmedarê Kurd Ahmet Aktaş û Serokê Malbatên Şehîdan Bavê Hisên jî di şevê de axivîn. Piştî pêşandaneke şano ya têkildarî şerê YPG’ê yê li hember DAIŞ’ê, Hozan Bengîn Agirî, Hozan Soner û hunermenda HîpHop Rûken derketin dikê.
Hagen dema têkildarî dahata konsera ji bo Şengal û Kobanê çeka 3102 Euro da got: “Ji ber ez li vir im pir kêfxweş im. Tevlîbûna min a aktîvîteyeke wiha bi coş û kêm jî alîkariya me kom kir ku xwedî nirxekî manewî ye, ji bo me pir bi wate ye. Em hêvîdar in gelê Kurd di demeke kurt de bigihêje azadiya xwe.”