Bi hezaran kesan berxwedana Farqîn, Cizîrê û Nisêbînê silav kirin
Êrîş û hewldanên komkujiyê yên dewleta Tirk ên li hember Farqîn, Cizîrê û Nisêbînê li gelek bajar û navçeyan bi meş û çalakiyan hatin protestokirin.
Êrîş û hewldanên komkujiyê yên dewleta Tirk ên li hember Farqîn, Cizîrê û Nisêbînê li gelek bajar û navçeyan bi meş û çalakiyan hatin protestokirin.
Êrîş û hewldanên komkujiyê yên dewleta Tirk ên li hember Farqîn, Cizîrê û Nisêbînê li gelek bajar û navçeyan bi meş û çalakiyan hatin protestokirin. Di çalakiyan de berxwedana Farqîn, Cizîrê û Nisêbînê hat silavkirin.
AMED
DBP'a Amedê ji bo şermezarkirina terora dewletê ya li Farqînê pêk hat û niha li Nisêbîn û Cizîrê tê meşandin çalakî li dar xist. Bi hezaran welatiyên li ber avahiyên Rezan û Peyasê kom bûn heta ber AZC Plazayê meşiyan. Welatî li ber avahiya DBP'ê ya Amedê gihiştin hev û ji wir jî ber bi AZC Plazayê meşiyan.
Bi sedan li ber AZC Plaza bi çepikan girse pêşwazîkirin, bi sirûda “Çerxa Şoreşê” berxwedana Farqîn, Cizîrê û Nisêbînê silav kirin. Cîgirê Hevserokên DBP’a Amedê Hasan Eroglû, diyar kir ku wê bi gelê Farqîn, Nisêbîn û Cizîrê re berxwedanê bidomînin.
Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Ziya Pîr jî bal kişand ser êrîşên li hember Kurdistanê û got: "Li Farqînê li ser dîwar nivîsandine, ‘Eger ti Tirk î pê serbilind be, Eger ti Kurdî bimire’. Kurd êdî rêxistinkirî ne. Êdî hûn nikarin a xwe bi me bikin. Xwerêveberî mafê me ye. Em ê bistînin.”
Girseya piştî daxuyaniyê belav bû, li ser Cadeya Sûnay dest bi meşê kir. Dema meşa girseyê dewam dikir, polîsên bajêr dorpêç kirine bi bombeyên gazê êrîşî girseyê kirin. Girseya ku piştî êrîşê dest bi xweparastinê kir, bi fîşekên hewayî û keviran besiv dan. Piştî polîs vekişiyan girseya gihişt Parka Koşûyolû meşa xwe bi dawî kir.
BISMIL
Li Bismilê di pêşengiya rêxistinên DBP û HDP’ê yên navçeyê de, ji ber avahiya DBP’a navçeyê heta Cadeya Amed-Êlih bi armanca şermezarkirina êrîşên li hember Bakurê Kurdistanê meşek hat lidarxistin. Piştî meşê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di meşê de dirûşmên, "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Farqînê" û "Gelê Farqînê ne bi tenê ye” hatin gotin.
Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier ê piştî meşê axivî diyar kir ku êrîşên li hember Farqînê weke yên li hember Kobanê ne û got: “Naxwe li her çar parçeyên Kurdistanê jî dijmin heman dijmin e”
MÊRDÎN
Li Mêrdînê di pêşengiya KESK, DÎSK û TMMOB êrîşên li hember gel ên li Farqîn, Nisêbîn û Cizîrê bi pêkanînên rewşên awarte didomin, bi meşekê hat protestokirin. Nûnerên saziyan û gel li pêşiya avahiya Platforma Şaxa Mêrdînê ya KESK’ê hatin cem hev û ber bi Parka Karayollari dest bi meşê kirin. Gel, li pişt pankarta, “Kolanên me azadiya me ne, hûn nikarin azadiya me asteng bikin” û bi dirûşma, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” meşiya. Piştî meşê, girse derbasî Parka Karayollari bû, li vir daxuyaniyek çapemeniyê hat lidarxist. Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Erol Dora diyar kir ku sedama esasî ya qedexeya kolanan ev e ku dewlet pirsgirêka Kurd hewaleyî polîtîkayên ewlehiyê dike, xwest ku tavilê dest ji van polîtîkayên qedexeker bê berdan.
Serokê Şaxa Mêrdînê ya BES’ê Şeyhmûs Akbaba jî destnîşan kir ku qedexeya kolanan ti encaman nagire û gelê Kurd ti carî nayê pelçiqandin. Akbaba axaftina xwe wiha dewam kir: “Pêwîst e dest ji rêbazên berê hatiye ceribandin û encam jê nehatiye girtin bê berdan. Ev welat ji ketina atmosferek şer zêdetir, pêdiviya welatiyan bi destûrek bingehîn a nû ya pêdivî û azadiya welatiyan li ber çavan digire heye.”
ÊLIH
Di pêşengiya Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Êlihê li pêşiya Salona Sînema ya Yilmaz Gunay bi sedan kes hatin cem hev, ji bo protestokirina terora dewletê ya li Farqîn, Cizîr û Nisêbînê daxuyaniyek çapemeniyê hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta, “Em komkujî û operasyonên qirkirinê şermezar dikin” hat vekirin û dirûşmên, “Bijî berxwedana Farqînê” û “PKK’e gel e, gel li vir e” hatin gotin. Gelek rêxistinên civaka sivîl tevlî meşê bûn, her wiha Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran di çalakiyê de mafê axaftinê wergirt û diyar kir ku li Farqînê piştî polîs, leşker û timên taybet li hember berxwedana gel vekişiyan dîmenên derketin holê asta êrîşan radixist ber çavan.”
Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Bajarê Êlihê Abdûlbarî Karaagaç jî komkujiyên Parîs û Beyrûdê şermezar kir û pêngava hêzên Kurd a azadkirina bajarê pîroz ê Êzidxan, Şengalê silav kir.
Piştî çalakiya protestoyî, zarokekî navê wî nehate zanîn ji aliyê polîsan hate binçavkirin.
ERZIROM
Li Erziromê di pêşengiya DBP, HDP û DEM-GENÇ berxwedana gel a Farqînê ya 12 rojan, bi meşekê hat silavkirin. Meşê ji pêşiya avahiya DBP’ê ya Bajarê Erziromê ber bi qada bajar a Mahallebaşi berdewam kir, pankarta, “Bi Ruhê Şengala Azad em ê bi Farqîna berxwedêr Kurdistanê azad bikin” hat vekirin, dirûşmên, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Farqînê” hatin gotin. Piştî meşê li ser navê komê Mûstafa Gul ê DBP’yî axivî, bal kişand ser berxwedana Farqînê û wiha got: “Zîhniyeta talankar, qirker mirovên me yên sivîl qetil dike. Ji bo komkujiyên li Farqînê li hember gelê sivîl pêk tên li cihekî din jî pêk neyên, divê tavilê bi Rêberê me re li ser maseya aştiyê bê rûniştin.”
KOCAELÎ
Li navçeya Darica ya Kocaelî, HDP’yiyan di serî de Farqîn, terora dewletê ya li tevahî Kurdistanê li pêşiya avahiya HDP’ê bi daxuyaniyek çapemeniyê şermezar kirin. Pankart hatin vekirin û dowîz hatin rakirin. Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Darica Hîkmet Koçek got, “Ji bo derketina ji vê çembera agir êdî em nikarin demê winda bikin” û pêwîstiya avêtina gavên demokratîk destnîşan kir.
EDÎRNE
Li Edîrneyê girseya li ser Cadeya Saraçlar pêşiya PTT kom bû, terora dewletê ya li Kurdistanê û komkujiya Parîsê bi çalakiyek rûniştinê lanet kir. Pankarta, “Em komkujiyên Farqîn, Parîs, Cizîr, Beyrûd, Enqere, Pirsûs, Nisêbîn lanet dikin, em qatilan nas dikin” hat vekirin. Di çalakiyê de li ser navê komê Elîf Karadagli daxuyanî da û wiha got: “Em wek gelê Edîrnê li dijî van hovên li hemberî tevahî mirovatiyê sûcan dikin pêwîstî dibînin ku em bi hev re tevbigerin.”