KONGRA GEL: Bila Şengal bibe wesîleya yekîtiya neteweyî

Hevserokatiya KONGRA GEL têkildarî azadkirina Şengalê daxuyanî da.

KONGRA GEL bal kişand ser azadkirina Şengalê û got: "Em serketinên hêzên HPG û YBŞ’ê jidil silav dikin.” KONGRA GEL diyar kir ku got ku civaka Êzidî dixwaze xwe bi rê ve bibe û biparêze û pêwîst e ev daxwaz bê destekkirin. Di daxuyaniyê de bang li Serokatiya Herêma Kurdistanê û hikûmeta wê hat kirin û wiha hat gotin: "Ji bo têkildarî pêşeroja wan baweriya wan a bi xwe bê avakirin, ji bo bi awayekî ewle vegerin xaka xwe ya pîroz divê îradeya gelê Şengalê esas were girtin.”

Hevserokatiya KONGRA GEL têkildarî azadkirina Şengalê daxuyanî da.

'HPG Û YPG’Ê PÊŞIYA QIRKIRINÊ GIRTIN'

KONGRA GEL a daxuyaniyeke nivîskî weşand got: "Berî niha bi 15 mehan ji ber Şengal bê xwedî û bê parastin hat hiştin, ji aliyê barbarên DAIŞ’ê ve hat dagirkirin û gelê wê di komkujiyeke erjeng re hat derbaskirin. Bi mudaxeleya hêzên HPG û YPG’ê re pêşiya qirkirineke mezin a girtin, tevî hemû zehmetiyan ku qismek gelê me yê Êzidî yê xaka xwe ya pîroz terk nekir, ew li çiyayê Şengalê bi cih kirin û parastin."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku civaka Êzidî ji aliyekî ve li hember barbarên DAIŞ’ê ji aliyekî ve jî li hember şert û mercên zehmet ên çiyê û jiyanê li ber xwe da, her ku çû ezma xwe ya têkoşînê û berxwedana xwe pêş xist. KONGRA GEL got: "Bi hêzên YBŞ’ê re îradeya xwe ya parastinê ava kirin. Gelê Êzîdî yê hat xwestin bi fermana 73. re ya barbarên DAIŞ’ê afirandin rastî qirkirinê bên, bi berxwedana bihêz a li çiyayê Şengalê xwe ji nû ve ava kir. Baweriya ku wê bi hêza xwe xwe biparêze, xwe bi rê ve bibe pêş xist. Di encama wê de jî Meclîsa Gel a Şengalê ava kir. Bi Meclîsa Jinan a Şengalê re jî di têkoşîna civakî de gavekî girîng hat avêtin.”

'EGER BERSIV BIDANA BANGÊN NETEWEYÎ, YEKÎTIYA NETEWEYÎ WÊ PÊK BIHATA'

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji aliyê hêzên koordînasyona hevpar a HPG’e û YBŞ’ê, ji bo Şengal bi hêzên pêşmerge re bê azadkirin, her tim bang li Rêveberiya Herêma Kurdistan û hêzên pêşmerge hatin kirin. Lê mixabin ev bang bên bersiv man. Eger ev bang bersivên erênî bigirtana, Şengal ne tenê ji bo gelê me yê Êzidî, heman demê ji bo gelê Kurdistanê di çareseriya yekîtiya neteweyî û pirsgirêkên hundirîn de ji bo pêvajoyek nû destpê bike wê bibûya wesîle. Ji ber ku ev yekîtî nehat avakirin, di azadkirina Şengalê de tevgerek hevpar çênebû. Tevî vê jî piştî 15 mehan Şengal hat azadkirin, di serî de gelê me yê Êzidî, di tevahî Kurdistanê de kêfxweşî û bextewarî ava kir. Em şehîdên xwe yên leheng ku di parastina gelê me yê Êzîdî û azadkirina Şengalê de xwe feda kirin, ji vê bextewariya gelê me re bûn wesîle, em bi minnet û rêzdarî bi bîr tînin, serketinên hêzên HPG’e û YBŞ’ê jidil silav dikin.”

'KARE BIBE DESTPÊKA PÊVAJOYA NÛ'

KONGRA GEL di berdewama daxuyaniya xwe de ev gotin:

“Bi tevgerek hevpar a hêzên leşkerî yên azadkirina Şengalê, eger me karibûya peyamek xurt bida hem gelê Kurdistanê hem jî tevahî cîhanê, ji bo gelê Kurd hem di yekîtiya neteweya Kurd û hem jî di têkiliyên herêmî û navneteweyî de me dikaribû pêvajoyek nû bida destpêkirin.

Şêrtên bicihanîna vê hê jî heye. Eger ji îradeya xweparastin û xwerêvebirina gelê Şengalê û Êzidî re rêz bê girtin, ev ne tenê ji bo Şengalê, ji bo tevahî gelê me wê bibe destpêka pêvajoyeke nû. Şengal di dilê gelê me de birînek mezin e, dikare ji bo çareseriya pirsgirêkên navbera partiyên siyasî yên Kurd û avakirina yekîtiya neteweyî bibe wesîle.

BANG JI SEROKTÎ Û HIKÛMETA HERÊMÊ RE

Ji bo ev pêk were em bang li Seroktiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta wê dikin; pêwîst e em ji bo tevahî êşên gelê me yê Êzîdî ku 73 ferman jiyane, bibin derman. Ji bo di pêşerojê de bi xwe bawer bibin, li axa xwe ya pîroz vegerin, bila îradeya gelê Şengalê esas bê girtin. Ji bo karibin bi meclîsên xwe û hêzên xwe yên xweparastinê herêma Şengalê bi rê ve bibin, bila hêzên HPG’e û pêşmerge bibin hêzên alîkar.

Eger Rêveberiya Herêma Kurdistanê di çarçoveya vê banga me de biryarekê bistîne, wê tevahî gelê me yê Kurdistanê piştgiriya vê biryarê bi kêfxweşî û coşekê mezin bike. Em bawer dikin ku wê ev biryar û coşa mezin heman demê de ji aliyê çareserkirina pirsgirêkên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jî bandorek pozîtîf çêbike. Eger gavek wiha neyê avêtin jî, li Şengalê pirsgirêkên dibe di nav hêzên Kurdistanê de derkevin ji aliyê tevahî gelê Kurdistanê wê neyê qebûlkirin.

'BILA PIŞTGIRIYA DAXWAZA XWERÊVEBERIYÊ BÊ KIRIN'

Gelê me yê Êzidî li bajarê Şengalê ku nasnameyê sembol dike, dixwaze azad bijî, xwe bi rê ve bibe û xwe biparêz e. Em bang li tevahî partiyên Kurdistanî, saziyên civaka sivîl, akademîsyenan, rewşenbîran û çapemeniya Kurd dikin ku piştgiriyê bidin vê daxwaza rewa ya gelê me yê Êzidî.”