Xizmên windayan lêgerîna edaletê dewam kirin

ÎHD û xizmên windayan vê hefteyê jî li Amed, Îzmîr, Êlih û Şirnexê lêgerîna xwe ya edaletê berdewam kirin. Malbatan xwestin kiryarên windayan bên dîtin û darizandin.

ÎHD û xizmên windayan vê hefteyê jî li Amed, Îzmîr, Êlih û Şirnexê lêgerîna xwe ya edaletê berdewam kirin. Malbatan xwestin kiryarên windayan bên dîtin û darizandin.

AMED

Xizmên windayiyan û Komeleya Mafên Mirovan ya Amedê çalakiya xwe ya hefteya 354'emîn li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyolu pêk anîn. Nûnerên ÎHD'ê, gelek malbatên ku xizmên wan hatine windakirin û qetilkirin, endamên jin ên şaxa KESK'ê yên Amedê tevlî çalakiyê bûn û di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin û qetilkirin her wiha wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û Gerîlaya YJA-Starê Ekîn Wan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Abdullah Duşkun di 1'ê kanûna 1994'an de li Cizîrê hatiye windakirin hate pirsîn.

'KIRYARÊN WINDAYÊN XWE DIZANIN'

Beriya ku çîroka windakirina Duşkun bê vegotin Serokê ÎHD'yê yê Amedê Racî Bîlîcî axivî û got heya îro tenê aqûbeta kesekî hatiye windakirin jî dewletê zelal nekiriye. Bîlîcî got bila rayedarên dewletê xwe bixe şûna xizmên windayan û axaftina xwe wiha berdewam kir; "Xizmên me hatine windakirin, hatine qetilkirin û bi awayekî komî avêtine goran. Em kiryarên windaên xwe dizanin û kiryar dewlet e. Xizmên me ji aliyê çeteyên xwe di nav dewletê de bi cih kirine û bi awayekî bi plan û bername hatine qetilkirin."

Bîlîcî herî dawî got ew êdî ji bo aqûbeta xizmên xwe bang li sîyasetmedaran nakin û axaftina xwe wiha bi dawî kir; "Ev bi salan e em bang li siyasetmedaran dikin lê tu tişt çareser nekirin û bi salan e mejiyê wan nehatiye guhertin. Em êdî bang li rayedarên dadê dikin ger baweriya we bi edaletê hebe wan dosyayan vekin û ji bo ku winda bên dîtin û kiryar bên cezakirin hewldanê bikin. Ev peywira we ya yekemîn e."

Piştî axaftina Bîlîcî Rêvebera ÎHD'ê ya Amedê Nîgar Kocaman çîroka windakirina Abdûllah Duşkunê di 1'ê kanûna 1994'an de li Cizirê hatiye windakirin xwend.

ÊLIH

Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan jî di hefteya 354'an de çalakiya xwe ya "Bila winda bên ditîn, kujer bên darizandin" pêk anîn. Çalakiya ku li ber Abîdeya Mafên Mirovan ya li ser kolana Gulistanê hatî pêk anîn, wêneyên windayan hat hilgirtin û gelek welatî ji piştgirî dan xizmên windayan. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Mehmet Bagatir daxuyanî xwend û got ku cihên ku qedexeya derketina kolanan tê îlan kirin rumeta mirovahiyê tê binpêkirin.

'SAZKIRINA EWLEHIYÊ BI QETILKIRINA ZAROKAN PÊK NAYÊ'

Bagatir bertek nişanê îlan kirina qedexeya derketina kolanan da û wiha axivî: "Qaşo sazkirina ewlehiyê, bi qetilkirina zarokê 35 rojî û welatiyê 75 salî pêk nayê."

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.

ÎZMÎR

ÎHD li ber Sumerbanka Konakê çalakî li dar xistin. Jibilî endamên komeleyê, Meclîsa Dayikên Aştiyê yê Îzmîrê jî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta "Winda diyar in kiryar li kû ne" hate vekirin û wêneyên kesên hatine windakirin û qetilkirin hatin hilgirtin. Rêveberê ÎHD'ê yê Îzmîrê Ahmet Çîçek axivî û bal kişand li ser terora dewletê ya li Gever û Nisêbînê. Çîçek çîroka windakirina Mehmet Şah îkîncîsoy ê di 22'yê mijdara 1993'yan de li Amedê hate binçavkirin û careke din jê agahî nehat wergirtin vegot.

Çîçek anî ziman ku Îkîncîsoy di serdegirtina malê de bi bav, 5 bira, ap û 4 xizmên xwe ve hatin binçavkirin. Çîçek got ku îkîncîsoy li emniyeta Amedê hatiye qetilkirin. Çîçek bilêv kir ku bavê wî di 13'ê kanûna 1993'yan de ji bo aqûbeta kurê xwe bibiprse çûye dozgeriyê lê bersiva kurê wî nehatiye dayîn dane wî, di 25'ê mijdara 1993'yan de di pevçûna bi polîsan re jiyana xwe ji dest daye. Çîçek da zanîn ku ji qetilkirina Îkîncîsoy, Midûrê Eminyeta Amedê Ramazan Surucu û peywirdarên din berpirsyar in û wiha axivî: "Polîsên emniyeta Amedê yên bi navê Şerîf Akay, Mustafa Şen û Mustafa Hunerli Turkoglu hene, Serokwezîra wê demê Tansu Çîller, Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Nahît Menteşe, Wezîrê DAdê yê wê demê Seyfî Oktay ji heye hikûmeta 50'emîn berpirsyar e. Di dosyaya îkîncîsoy de ev nêcezakirina 22 salan bila bidawî bibe."

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ve bi dawî bû.

ŞIRNEX

Li Cizîrê Dayikên Şemiyê û xizmên windayan di çalakiya xwe ya 358'emîn de terora dewletê ya li dijî gelê Kurd şermezar kirin û piştgirî dan berxwedana gelê Nisêbîn û Geverê.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Dayikên Şemiyê û xizmên windayan ji bo aqûbeta kesên ji aliyê endamên JİTEM'ê ve hatine windakirin û qetilkirin bipirsin di hefteya 358'emîn de li kolana Hunerê hatin cem hev. Dayikan wêneyên kesên hatine qetilkirin hilgirtin û "Albûma şehidan" li qadê vekirin. Di çalakiya heftane de malbatên 22 welatiyên di demê qedexeya derketina kolanan hatiye ilan kirin ji aliyê polisan ve hatine qetilkirin jî amade bûn. Di çalakiyê de keça Zeynep Taşkin a ji aliyê polisan hatiye qetilkirin Şukran Taşkin wêneyê dayika xwe heta çalaki bi dawî bû hêmbêz kir. Gelek saziyên sivil û demokratik di çalakiyê de amade bûn.

Li ser navê dayikan rêveberê MEYA-DER'ê yê Cizîrê Veysî Durgut çîroka Ahmet Yagarcik ê di 1997'an de ji aliyê endamên JÎTEM'ê ve hatiye qetil kirin vegot. Durgut ani ziman ku wê rojê li taxa Cudi dawet hebû û diyar kir ku endamên JÎTEM'ê Kamil Atag û hevalên wî bi çekan û bombeyan êrîşî dawetê kirine. Durgut destnîşan kir ku di encama êrîşê de 8 welatî hatin qetilkirin û dehan welatî hatin birindar kirin. Durgut bilêv kir ku Yagarcik jî di vê dawetê de hatiye qetilkirin û wiha got: "Piştî bûyer di nava bajêr de hatiye bihistin dayika Yagarcik diçê nexweşxaneyê. Li wir Kamil Atag û hevalên wî gefan li dayika Yagarcik dixwin". Durgut da zanin ku bi salan e der barê bûyerê de lêpirsînek cidî nehatiye vekirin.

Pişti Durgut rêveberê Komelaya Alimên Botanê Mele Îsmaîl Yanik diyar kir ku ev êrîşên li ser gelê Kurd nayên qebûlkirin. Yanik anî ziman ku ew piştgirî didin berxwedana gelê Nisêbin û Geverê û diyar kir ku demildest dewlet êrîşên xwe bi dawî bike.

Piştî axiftinan dayikan 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn.