Okmeydani ji bo Farqînê li ser piyan e

Rêxistina HDK-HDP’ê ya Beyoglû terora dewletê ya ev 9 roj in didome li Okmeydani bi meşeke girseyî protesto kir.

Bi sedan kesên “Gelê Farqînê ne bi tenê ye” qîr kirin, li dijî bêdengiya li rojavayê Firatê ya li  hember qetilkirina gelê Farqînê nerazîbûn nîşan dan. Girseyê bang li her kesî kir ku ji vê hovîtiyê re bêjin bes e.

Rêxistina HDK-HDP’ê ya Beyoglû terora dewletê ya ev 9 roj in didome li Okmeydani bi meşeke girseyî protesto kir. Bi sedan kesên li ber avahiya HDP’ê ya Okmeydani kom bûn, xwestin dorpêça li ser Farqînê tavilê rabe. Girseyê pankarta bi Kurdî û Tirkî ya “Gelê Farqînê ne bi tenê ye” û alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirt li kolanên Okmeydani geriya û xwest gel li hember komkujiyê deng bidin. Girseya hat ber Qehwexaneya Şark ji bo kesên li Farqînê jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêzgirtin pêk anî, sirûda “Çerxa Şoreşê” xwend û dirûşma, “Şehîd Namirin” qîr kir.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Beyoglû Rûkiye Demîr ve hat xwendin. Demîr bibîr xist ku navçeya Farqîn a Amedê ev du meh in di dorpêçê de ye.

Demîr bêdengiya rojavayê Tirkiyeyê ya li hember komkujiyê rexne kir û got ku ev bêdengî pir xeter e.