Polîsên Tirk girtin ser avahiya HDP’ê ya Akdenîz

Polîsan bi hinceta ku "civîna rêxistinî" dikin bi ser avahiya Rêxistina Navçeyê ya Akdenîz a HDP'ê de girtin û 5 ji wan zarok 16 kes hatin binçavkirin. Polîs li ser berteka gel vê carê jî bi bombeyên gazê êrîşî gel kir.

Polîsan bi hinceta ku "civîna rêxistinî" dikin bi ser avahiya Rêxistina Navçeyê ya Akdenîz a HDP'ê de girtin û 5 ji wan zarok 16 kes hatin binçavkirin. Polîs li ser berteka gel vê carê jî bi bombeyên gazê êrîşî gel kir.

Li Mersînê polîsan, bi hinceta ku "civîna rêxistinî" tê kirin, bi ser avahiya Rêxistina Navçeyê ya Akdenîz a HDP'ê de girtin. Di serdagirtina ku 3 saet berdewam kir de, polîsan avahiyê bi wesayîtên zirxî dorpêç kirin û destûr nedan ku tu kes nêzî avahiyê bibin. Piştî lêgerîna li avahiyê, bi îddiaya ku "civîna rêxistinî kirine", Firat Îşleyen, Şukru Sayan, Mehmet Emîn Dîl, Mahsun Bozat, Îbrahîm Çay, Sertan Balliş, Delîl Ek, Serdar Yayla, Davut Tul, Îbrahîm Yeter û Zahîde Ozgen û zarokên bi navê D.B., R.O., A.B., A U., S.Î. ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

POLÎS ÊRÎŞÎ GEL Û PARÊZERAN JÎ KIR

Dema ku kesên hatin binçavkirin ji avahiyê hatin derxistin, girseya ku li dora avahiyê kom bibû bertek nîşanî binçavkirinan da. Li ser vê polîs vê carêjî bi bombeyên gazê êrîşî gel kir. Di êrîşê de wesayîtek jî ji ber bombeya gazê şewitî. Her wiha polîsan camên wesayîta parêzeran jî şikand û bombeya gazê avêt nav wesayîtê.

Kesên hatin binçavkirin, bi wesayîtên zirxî birin Midûriyeta Emniyetê ya Mersînê.

Gel li ber derê avahiyê sekna xwe didomîne.