Êrîşa li hember Farqînê li Den Haag hat protestokirin
Li bajarê Den Haag ê Hollanda bi armanca protestokirina komkujiya Farqînê komek Kurdistanî Wezareta Karên Derve dagir kir.
Li bajarê Den Haag ê Hollanda bi armanca protestokirina komkujiya Farqînê komek Kurdistanî Wezareta Karên Derve dagir kir.
Li bajarê Den Haag ê Hollanda bi armanca protestokirina komkujiya Farqînê komek Kurdistanî Wezareta Karên Derve dagir kir. Beşek ji girseyê jî li derve çalakiya xwe didomîne. Hat ragihandin ku polîsên Hollandî êrîşî çalakvanan dikin.
Êrîşa dewleta Tirk a li hember navçeya Farqîn a Amedê, li gelek navendên Ewropa bi girseyî tê protestokirin. Komeke Kurdistanî li bajarê Den Haag ê Hollanda Wezareta Karên Derve ya Hollanda dagir kir. Çalakvanan bal kişandin ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe armanc dike, erdnîgariya Kurdistanê vala bike û peyama, “Eger Hollanda naxwaze hê zêdetir koçberan bigire, bila li hember dewleta Tirk pêkanînan bixe meriyetê.”