Ji bo azadiya Ocalan li Brukselê çalakiya kon

Ji aliyê Meclîsa Jinan a li Brukselê ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwerêveberiyê çalakiya kon a ji bo rojekê hat lidarxistin. Di çalakiyê de berxwedana Farqînê hat silavkirin.

Ji aliyê Meclîsa Jinan a li Brukselê ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwerêveberiyê çalakiya kon a ji bo rojekê hat lidarxistin. Di çalakiyê de berxwedana Farqînê hat silavkirin.

Îro saet 13:00’an çalakiya kon ku li qada Bruksel De Brouker hat destpêkirin, standa înformasyon hat vekirin, têkildarî şert û mercên Îmrali yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nav de, muzakereyên têkildarî çareserkirina pirsgirêka Kurd agahdarî hatin kirin. Tevî şert û mercên hewaya xerab jî ku çalakî dewam ki rastî eleqeyeke zêde hat. Li kesên ku standa agahdariyê ziyaret kirin broşurên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didin naskirin û têkildarî pergala xweseriya demokratîk hatin belavkirin.

Di çalakiya kon de berxwedana ev 9 roj in li Farqînê didome hat silavkirin û êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin.

FAŞÎSTÊN TIRK ÊRÎŞ KIRIN

Çalakiya kon a li Brukselê rastî êrîşa faşîstên Tirk hat. Di êrîşê de ciwanekî Kurd birîndar bû. Ciwanê birîndar bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê. Jinên Kurd li hember êrîşan xweparastin kirin.

Endamên Meclîsa Jinan diyar kirin ku di rojên pêşiya me de jî ji bo silavkirina berxwedana gel a bi îlana xwerêveberiyan pêş ketin û nîşan bidin ku gelê Bakur ne bi tenê ye wê çalakiyên xwe bidomînin.  

...