Li Stenbolê 15 siyasetmedarên Kurd hatin tehliyekirin

15 siyasetmedarên Kurd ên di meha bihurî de li Stenbolê hatin girtin, bi şertê kontrola edlî hatin tehliyekirin.

15 siyasetmedarên Kurd ên di meha bihurî de li Stenbolê hatin girtin, bi şertê kontrola edlî hatin tehliyekirin.

Li Stenbolê di operasyonên qirkirina siyasî de di 2'yê Cotmehê 51 kes hatibûn binçavkirin, 15 ji wan jî hatibûn girtin. 15 siyasetmedarên Kurd îro di saetên êvarê de bi şertê kontrola edlî hatin tehliyekirin. Navên siyasetmedarên Kurd ev in: "Ayşe Karadag, Tengazer Yilmaz, Melîha Varişli, Ramazan Kirkpinar, Senar Ok, Emîn Ang, Subutay Açik, Zafer Kirik, Îsmaîl Kurt, Betul Katurman, Huseyîn Gungor, Seyfettîn Peker, Emîn Acar, Abdurrahîm Yazol, Cafer Aydogmuş."