Ji bo şervanê YPG'ê Gallagher merasîmeke bi heybet

Ji bo John Gallagher ê Kanadayî yê li Rojava di şerekî li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da merasîmek hat lidarxistin.

Ji bo John Gallagher ê Kanadayî yê li Rojava di şerekî li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, merasîmek hat lidarxistin.

Ji bo merasîma ji aliyê Meclîsa Gel a Toronto û Komeleya Şehîd û Gaziyan a Kanada ve hat organîzekirin, Kurdistanî û Kanadayî li ber mala cenaze ya li Wîndsor kom bûn.

Hevserokê Meclîsa Gel a Toronto Îhsan Kaya yê li vir xîtabî gel kir got: “Pêwîst e em nîşanî gelê Kanada bikin bê em çawa xwedî li şehîdên xwe derdikevin.”

Li ser navê kantonên Rojava û YPG’ê Sînem Muhammed tevlî merasîmê bû.

Ji bo Gallagher ku konvoyeke mezin a ji wesayîtan pêk hat, tevî şert û mercên hewaya xerab jî Kanadayî li ber otobanê li benda konvoyê man.

Dema cenaze gihişt Wîndsor hejmara welatiyan zêdetir bû. Di merasîmê de dirûşmên, “Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Rojava" hatin gotin.

...