HDP: Herî zêde mexdûrên şer zarok in

HDP’ê têkildarî Roja Mafê Zarokan a Cîhanê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi taybet di demên dawî de li navçeyên Kurdan bi qedexeyên derketina kolanan û polîtîkayên AKP-Qesr’ê re pitik û zarok jiyana xwe ji dest didin.

Desteya Rêveber a Navendî (MYK) a Partiya Dewmokratîk a Gelan (HDP)’ê bi wesîleya 20’ê Mijdarê  Roja Mafê Zarokan a Cîhanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Tirkiyeyê sala 1990’an Peymana Têkildarî Mafê Zarokan îmze kiriye û wiha hat gotin: "Lê ji sala 1990’an heta niha ku 25 sal derbas bûn, di mijara parastina zarokan de mixabin tabloyeke di aliyê pêşketineke bi kok de mirov nikare behs bike nîne. Tirkiye, di aliyê mafê zarokan de hê jî taybetiya xwe ya welatekî bi pirsgirêk e didomîne."

'LI KURDISTANÊ PITIK Û ZAROK TÊN KUŞTIN'

Daxuyanî wiha didome: “Herî zêde mexdûrên şer zarok in. Ji şerê salên dawî yên li herêma bi mîlyonan zarok bi awayekî neyênî bandor dibin. Bi hezaran ji wan di rêyên koçberiyê, ji ber pevçûnan jiyana xwe ji dest dane. Ev zarok li welatê me îstîsmar di serî de bi pirsgirêkên xwarin, cih, perwerde û tenduristiyê re rû bi rû tên."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi taybet di demên dawî de li navçetên Kurdan bi qedexeyên derketina kolanan û polîtîkayên AKP-Qesr’ê re pitik û zarok jiyana xwe ji dest didin.