Li Gelsenkirchen tecrîd hat protestokirin

Li bajarê Gelsenkirchen ê Elmanyayê bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin.

Li bajarê Gelsenkirchen ê Elmanyayê bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin.

Nêzî hezar kes tevlî meşa ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ve hat organîzekirin bûn.

Di meşa li cadeya herî qerebalix a Gelsenkirchen hat lidarxistin de dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî”, “Farqîn ne bi tenê ye” hatin gotin.

Piştî meşê ku mîtîngek hat lidarxistin, di axaftinan de tecrîda li ser Ocalan hat şermezar kirin. Her wiha êrîşên di şexsê Farqînê de li hember Kurdistan û gelê Kurd hatin protestokrin.