Koordînatora Navenda Mafên Zarokan a Komeleya Zarokan a Gundem Ezgî Koman da xuyakirin, ku qedexeyên derketina derve yên li Kurdistanê li dû hev tên ragirtin, herî zêde bandorê li zarokan dikin. Pedagog Koman texrîbata dorpêçiya dewletê ya li ser zarokan ji ANF'ê re nirxand.
Koman destnîşan kir, ku şîdet û şerê bi hincetên siyasî û ewlekariyê ji aliyê dewletê ve bi rêya polîs û leşkeran tê meşandin, herî zêde bandorê li zarokan dike û got, "Bûyerên li Farqînê qewimîn bi ti awayî nayên qebûlkirin. Ya ku tê serê zarokan li pêş çavan e: ya dimirin an jî ji mirin û birîndarbûna heval û xizmên xwe re şahidiyê dikin."
'REWŞA AWARTE YA LI FARQÎNÊ ÊRÎŞA LI DIJÎ QADA JIYANÊ YA ZAROKAN E'
Pedagog Koman ragihand, ku dewletê mîna li cihên beriya niha li Farqînê jî dor li qadên jiyanê pêçandiye, bi afirandina rewşa awarte re, bi hêzên ewlekariyê êrîşî qadên jiyanê yên zarokan kiriye û destnîşan kir, ku mafê jiyanê, mafê jiyaneke ewle û aştiyane binpê kiriye.
Komara 12 rojên li Farqînê ji bo zarokan bi vî rengî kurteber kir: "Zarok 12 rojan di nava tarîtiyê de man. Av bi destê wan neket. Perwerdeya wan nîvco ma. Neçar man bi dengê çekên giran bijîn. Tirs û gumanên wan di asta herî bilind de bû." Koman ev tespît kir: "Bûyerên qewimîn li nava zarokan rê li ber texrîbatên welê vekir, ku cebirandina wan zehmet e. Ev rewş bandoreke neyînî li pêşketina wan, li têkiliya wan a bi jiyanê re dike. Hesta wan a baweriyê qels dike, wan bêhêvî dike."
Koman da xuyakirin ku pêvajoya bêçalakîtiyê ya di sala 2012'an de dstpê kir, ji bo cebirandina pêkanînên mafan ên heta roja îro derfetek afirandibû, lê belê helwesta dijberiya aştî, azadî, demokrasî û sorkirina şer a piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê hat nîşandan, ev derfet ji holê rakir.
'ŞÎDETA LI DIJÎ ZAROKAN ÇIQASÎ BÊ KIRIN, DERFETÊ AŞTIYÊ JÎ EWQASÎ KÊM DIBE'
Koman got, "Hûn çiqasî şîdetê li zarokan bikin, derfetê aştiyê jî ewqasî kêm dibe" û anî ziman ku wan gelek caran berpirsyariyên Peymana Mafên Zarokan anîne bîra dewletê, lê belê li wan nehatiye guhdarîkirin.
Koman got, "Eger hûn zarokekî dikujin, digirin, îşkenceyê lê dikin, zerarê didin xizmên wan, hingî ev yek tê wateya; hûn dixwazin şer û şîdet dewam bike. Bêbersiv hiştina bangên me, neguhertina helwesta xwe û israra di şîdetê de ya dewletê nîşan dide ku ev hemû polîtîkayeke bi rêk û pêk e."
Pedagog Koman destnîşan kir ku divê dewlet tavilê vê helwesta xwe ya destwerdana li qada jiyanê biterikîne û berpirsyariyên xwe yên ji ber Peymanên Navneteweyî bi taybetî jî Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bi cih bîne.
'NEMIRINA ZAROKEKÎ BI AŞTIYÊ PÊKAN E'
Koman da xuyakirin, ku ji bo jiyaneke aştiyane divê hemû alî bi berpirsyarî rabin û bibîr xist ku pêşîgirtina li mirin û seqetmayîna zarokan bi aştiyê re pêkane.
Koman, ya ku divê bê kirin bi vî rengî vegot:
1- Pêwîste dewlet tavilê dest ji dorpêçkirina qadên jiyanê berde, şîdeta ku mafê jiyanê yê gelê sivîl, bi taybetî zarokan binpê dike, biterikîne.
2- Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê pêvajoya diyalog û muzakereyê ji nû ve bê destpêkirin. Ji bo derketina ji şer û şîdetê, girîng e dewlet û her kes berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
3- Bi pêkanîna rewşa bêçalakîtiyê re pêwîste pêvajoya civakîbûna aştiyê, li gorî pêwîstî û daxwazên zarokan bê diyarkirin.
Koma herî dawî destnîşan kir, ku nemirina zarokekî bi tenê, bi aştiyê re pêkan e.