Kurd û Elman li Hannover hatin gel hev

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê NAV-DEM, bi nûnerên Komîteya Piştevaniya bi Kurdistanê re hat cem hev.

Di civînê de xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistan, pêşketinên li Şengal, Rojava û Rojhilata Navîn hatin nîqaşkirin.

Di civîna ku li Navenda Çandê ya Faûst pêk hat, xebatên hevpar ên ji pêvajoya Şengal û Kobanê heta îro hatin nirxandin. Di civînê de mijarên piştevaniya enternasyonal û konfederalîzma demokratîk hatin destgirtin. Di civînê de hat diyarkirin ku pêwîst e pergala li Rojava bê xurtkirin û parastin.

Di civînê de têkildarî avakirina Kobanê û Şengalê, rakirina qedexeya li ser PKK’ê û rewşa girtiyên siyasî yên Elmanyayê hin plansazî hatin kirin. Hat ragihandin ku di pêvajoya pêşiya me de wê komîteyên piştevaniyê bi taybet aliyê bîrdozî yê konfederalîzma demokratîk bi perwerdeyan bigire dest.