Berxwedana karkerên nan di roja 19. de ye

Karkerên li febrîqeya nan Kent Ekmek a ser bi Şaredariya Bajare mezin dixebitin, ev 19 roj in di grevê de ne. Nûnerê kargehê Erdogan Erez diyar kir ku ji bo heqdestekî jiyana însanî, ew ê berxwedana xwe bidomîn.

Karkerên li febrîqeya nan Kent Ekmek a ser bi Şaredariya Bajare mezin dixebitin, ev 19 roj in di grevê de ne. Nûnerê kargehê Erdogan Erez diyar kir ku ji bo heqdestekî jiyana însanî, ew ê berxwedana xwe bidomîn.

'65 KARKER, 19 ROJ'

Ji ber ku di encama hevdîtinên peymana torî yên navbera Sendîkaya Tekgida-Îş, ku karkerên Febrîqeya Kent Ekmek a li navçeya Îzmîr Çîglî endamên wê ne û Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê li hevkirinek derneket, 65 karkeran karê hilberînê sekinandin û ev 19 roj in di grevê de ne.

'DENGÊ XWE TEVLÎ DENGÊ ME BIKIN'

Karkerên Febrîqeya Kent Ekmek ku rojane 60 hezar nan lê dixin û li 54 cihên şaredariyê nan bi 65 qurişan difiroş in, ji bo dengê xwe bidin bihîstin li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê daxuyaniyek dabûn çapemeniyê. Karkeran diyar kirin ku heta şert û mercên jiyaneke însanî bi dest bixin ew ê li ber xwe bidin û banga 'dengê xwe tevlî dengê me bikin' li raya giştî kirin."

'HÛN Ê JÎ ÎMZE BIKIN'

Nûnerê cihê kar ê Sendîkaya Tek Gida Îşê Erdogan Erez ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku wan bi Şaredarê Bajarê Mezin Azîz Kocaoglû re ancax hevdîtine ji pênc saniyeyan karine bikin. Erez got, "Kocagolû ji serokê sendîkayê re got, 'ez ê mafên ku ew dixwazin nedim'. Niha ti pêşketinek nîne. Em jî zama ji sedî heyşt qebûl nakin. Nêzîkatiya 'Sendîkayên din jî mora xwe danîn binê peymanê, hûn ê jî îmze bikin' tê ferzkirin. Em van qebûl nakin. Em dixwazin ji sedî şanzdeh zam bê kirin. Heta ku ev were qebûlkirin, em ê li ber xwe bidin. Ji bo dengê xwe bidin bihîstin em ê çalakiyên xwe li qadên cuda jî pêk bînin. Heta serketinê em ê li ber xwe bidin."