Di çalakiya Dayikên Şemiyê de terora dewletê hat şermezarkirin

Dayikên Şemiyê ji bo ku aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin cara 556'emîn hatin cem hev û aqûbeta Hayrettîn Eren pirsîn.

Dayikên Şemiyê ji bo ku aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin cara 556'emîn hatin cem hev û aqûbeta Hayrettîn Eren pirsîn. Di çalakiyê de terora dewletê ya li Kurdistanê hate şermezarkirin û birayê Cemîl Kirbayir, Mîkaîl kirbayir bang li tîmên taybet ên ku mirovên sivîl nîşan digirin kir û wiha got: "Heke ti nîşan digirî, demokrasiyê nîşan bigire, sindoqê nîşan bigire."

Dayikên Şemiyê ji bo ku aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin an jî qetilkirin bipirsin cara 556'emîn li Qada Galatasarayê ya Stenbolê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta "Kiryar diyar in winda li ku ne" hate vekirin, wêneyên kesên hatine windakirin hatin girtin. Di çalakiyê de terora dewletê ya li Kurdistanê hate şermezarkirin û çîroka windakirina Hayrettîn Eren ê 26 salî hate vegotin û aqûbeta wî hate pirsîn.

Di çalakiyê de xwîşka Hasan Ocak Masîde Ocak destpêkê axivî û diyar kir ku li Geverê çalakiya rûniştinê ya ji bo Hayerttîn Eren ji ber qedexeya derketina kolanan nehatiye kirin. Ocak got ku li Nisêbînê qedexe berdewam dike û çewisandina Kurdan bi xwînê di dîroka komarê de encam neda û banga "Dest ji bombekirin û qetilkirina jin û zarokan berdin" kir.

KIRBAYIR: NÎŞANA KU DIGIRÎ NE NÎŞAN E!

Piştre birayê Celîm Kirbayir, Mîkaîl Kirbayir axivî û li dijî qedexe û qetlîamên li Kurdistanê nerazîbûn nîşan da û nirxandina "Em li hestiyên xwe digerin lê wekî berê heman hêz mirovan dikujin" kir. Kirbayir got ku civak li dijî qetlîaman bêdeng dimîne û bang li tîmên taybet ên di destên wan tetîkê de ye û mirovan dikujin jî kir û wiha axivî: "Nîşana ku digirî ne nîşan e, mîlîtarîst e, dikuje. Heke ti nîşan digirî demokrasiyê sindoqê nîşan bigire"

Îkbal Eren a ku axivî jî wiha got: "Ji ber ku gorên me tineme me şîna xwe temam nekir. Dayika min her çiqas gorekê ku qurnefîlê deyne dixwaze jî bawer dike, wê rojeke deriye me vebe. Dayika min ev 35sal in zarokê xwe digere."

BERSIVA HER CARÊ: NE LI VIR E

Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê rojnameger Banu Guven ve hate kirin. Guven got ku Eren di 21'ê Mijdara 1981'an de di 26 saliya xwe de li Saraçhaneyê bi hevalên xwe re hatiye binçavkirin.

Guven destnîşan kir ku Eren destpêkê birine Qereqola Karagumrukê û piştre jî bi 8 kesên din re birine Garettepeyê, wesayîta bavê Eren a bi plaqaya 34 F 6798 ligel ku li baxçeyê qereqolê bû jî dema ku ji bo pirsa kurê xwe bike dayika wê diçe emniyetê û bersiva "di bin çavan de kesekî wiha tineye" tê dayîn. Guven anî ziman ku bi rojan Eren rastî îşkenceyê tê û piştî roja 8'emîn a îşkenceyê ji Eren agahi nayê girtin. Guven bilêv kir ku 8 kesên din ên derketine dozgeriyê di îfadeyên dadgehê de gotina Hayrettîn Eren jî bi wan re bûye û gilî kirine.

Guven got ku li gel têkoşîna hiqûqê ya malbatê dewletê lêpirsînek nedaye meşandin û dosya bi bêşopandinê û bi biryara demborînê bi awayekî nehiqûqî tê xwestin bê girtin. Guven derbirî ku dosya di 2014'an de çûye Dadgeha Qanûna Bingehîn û Eren li navendên îşkenceyê yên 12'ê Îlonê de hatiye windakirin, berpirsyar Midûrê Emniyeta Stenbolê Şukru Balci, Midûrê Şaxa Siyasî Tayyar Sever, Alîkarê Midûrê Şaxa Siyasî Mehmet Agan û tîm Fîkret Işinkaralar e.