CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Ji bo Elçî li Îzmîrê çalakiya rûniştinê
Parêzerên girêdayî ÇHD û OHD’ê ji bo Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li navçeya Sûrê ya Amedê hat qetilkirin li ber Edliyeya Bayrakli çalakiyeke rûniştinê ya saetekê li dar xistin û komkujî protesto kirin. -
Qetilkirina Elçî li Viyanayê hat protestokirin
Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî li paytexta Awûstûrya Viyanayê li ber Serkonsolosxaneya Tirk hat protestokirin. -
Dayikên Şemiyê bêdengiya xwe ji bo Elçî xera kirin!
Dayikên Şemiyê yên li Qada Galatasarayê ji bo aqûbeta xizmên xwe hatin cem hev. Dayikan çalakiya xwe ya bi salan e bi awayekî bêdeng didomînin bi diruşma "Dewleta kujer wê hesab bibe" ji bo Tahîr Elçî xera kirin. -
Pîrozbahiyên salvegera damezrandina PKK’ê didomin
37. Salvegera Damezrandina PKK’ê li gelek navendan didomin. Li 4 taxên Nisêbînê yên berxwedan lê hene polîsan welatiyên 27’ê Mijdarê pîroz dikirin gulebaran kirin. -
'Eger mafê jiyanê nînbe wateya ti mafan nîne'
Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê di "36. Nobeda Rêzgirtina ji Mafê Jiyanê re” binpêkirnên mafan ên li Nisêbîn û Geverê girt dest. -
Edîtora ETHA'yê hat binçavkirin
Edîtora ETHA'yê Îsmînaz Ergun ji ber der barê nivîsa wê de lêpirsîn hatiye destpêkirin çû Midûriyeta Polîsan a Stenbolê, bi hinceta der barê wê biryara girtinê heye hat binçavkirin. -
Bi hezaran kes xwedî li azadiya çapemeniyê derketin
Girtina Gêrînendeyê Giştî ya Rojnameya Cumhuriyetê Can Dundar û Nûnerê Enqere Erdem Gul, li ber navenda giştî ya rojnameyê ya Stenbolê bi tevlîbûna bi hezaran kesî hate protestokirin. -
Lîderê olî yê Kiptiyan piştî bi dehan salan li Qûdisê ye
Lîderê olî yê Kiptiyên Ortodoks Papa Tadavros ê II., piştî bi dehan salan bû yekemîn lîderê Kiptiyan ê derbasî Qûdisê bû. Kiptiyî mezintirîn civata Xiristiyanên Ortodosk ên li Misirê ye. -
Îzmîrê deng da Nisêbîn û Dêrikê
ÎHD a Îzmîrê li Nisêbîn û bajarên din ên Kurdistanê qatlîamên ku di bin navê qedexeyan de tên kirin şermezar kir. -
Çîrokên mexdûrên îşkenceyê li Bernê hatin nîşandan
Çîrokên 4 mexdûrên îşkenceyê yên di demên cuda de li girtîgehên Tirkiyeyê rastî îşkenceyê hatin, bi wêneyan li pêşangehekê hatin vegotin. -
îHD: 70 jin hatin qetilkirin
ÎHD’ê rapora têkildarî êrîş û komkujiyên di 10 mehên dawî yên 2015’an de li herêmê li hember jinan pêk tên amade kiribû bi raya giştî re parve kir. -
Ciwanê şampiyonê Kûngfû, xelata xwe diyarî berxwedêrên Kurd kir
Di Şampiyoniya Kûngfû ya li Elmanyayê Dildar Ramadan ê Rojavayî di 50 kîloyî de bû yekemînê Elmanyayê -
Li Kurdistanê dema Mehsereyan
Li navçeya Êlih Qubînê û li navçeya Mêrdîn Mîdyatê, şêniyên gundan li ser Mehsereyan e. -
'Pêwîst e saziyên Ewropa dengê ku em ji bo Ocalan derdixin bibihîzin!'
Li bajarê Strasbourg ê Fransa jinên endamên TJK-E yên ji Parîsê hatin ‘Nobeta ji bo Azadiya Ocalan’ a li ber KE dewr girtin. -
Kurd û Elman li Hannover hatin gel hev
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê NAV-DEM, bi nûnerên Komîteya Piştevaniya bi Kurdistanê re hat cem hev. -
Li hemberî Navenda Civaka Demokratîk a Kolnê êrîş
Duh bi şev li hember Navenda Civaka Demokratîk a Kolnê ji aliyê kes an jî kesên nasnameya wan ne diyar êrîş pêk hat. Êrîşkaran camên komeleyê şikandin. -
‘Şehîdên Farqînê’ li Fransa hatin bîranîn
Yakûp Sînbag (Cenfeda) û Suleyman Guleç (Soro) yên di berxwedana li hember êrîşên faşîst ên hikûmeta AKP’ê de li Farqînê şehîd ketin, li Navenda Civaka Demokratîk a Les Mureaux a li herêma Normandie ya Fransa bi merasîmekê hatin bîranîn. -
Polîsên Tirk girtin ser avahiya HDP’ê ya Akdenîz
Polîsan bi hinceta ku "civîna rêxistinî" dikin bi ser avahiya Rêxistina Navçeyê ya Akdenîz a HDP'ê de girtin û 5 ji wan zarok 16 kes hatin binçavkirin. Polîs li ser berteka gel vê carê jî bi bombeyên gazê êrîşî gel kir. -
Xizmên windayan lêgerîna edaletê dewam kirin
ÎHD û xizmên windayan vê hefteyê jî li Amed, Îzmîr, Êlih û Şirnexê lêgerîna xwe ya edaletê berdewam kirin. Malbatan xwestin kiryarên windayan bên dîtin û darizandin. -
Di çalakiya Dayikên Şemiyê de terora dewletê hat şermezarkirin
Dayikên Şemiyê ji bo ku aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin cara 556'emîn hatin cem hev û aqûbeta Hayrettîn Eren pirsîn. -
Ji bo şervanê YPG'ê Gallagher merasîmeke bi heybet
Ji bo John Gallagher ê Kanadayî yê li Rojava di şerekî li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da merasîmek hat lidarxistin. -
HDP: Herî zêde mexdûrên şer zarok in
HDP’ê têkildarî Roja Mafê Zarokan a Cîhanê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi taybet di demên dawî de li navçeyên Kurdan bi qedexeyên derketina kolanan û polîtîkayên AKP-Qesr’ê re pitik û zarok jiyana xwe ji dest didin. -
KONGRA GEL: Bila Şengal bibe wesîleya yekîtiya neteweyî
Hevserokatiya KONGRA GEL têkildarî azadkirina Şengalê daxuyanî da. -
Berxwedana karkerên nan di roja 19. de ye
Karkerên li febrîqeya nan Kent Ekmek a ser bi Şaredariya Bajare mezin dixebitin, ev 19 roj in di grevê de ne. Nûnerê kargehê Erdogan Erez diyar kir ku ji bo heqdestekî jiyana însanî, ew ê berxwedana xwe bidomîn. -
Dorpêçiya dewletê bandoreke neyînî ya demdirêj li zarokan dike
Koordînatora Navenda Mafên Zarokan a Komeleya Zarokan a Gundem Ezgî Koman da xuyakirin, ku qedexeyên derketina derve yên li Kurdistanê li dû hev tên ragirtin, herî zêde bandorê li zarokan dikin.