HDP-KJA: Em komkujiya li Fransayê lanet dikin

Hevserokên Giştî yên HDP’ê û Kongreya Jinên Azad (KJA), komkujiya li Fransayê lanet kirin.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, komkujiya li Parîsê lanet kirin.  Hevserokan diyar kirin ku êrîşên DAIŞ’ê yên li hember sivîlan di van mehên dawî de bi awayekî bêsînor zêde bûne û bi xemgînî dibin şahidên encamên wan ên giran. Hevserokan gotin: “Bi vê wesîleyê em êrîşên duh li Parîsê û pêr li Beyrûdê li hember sivîlan pêk hatin bi tundî şermezar û lanet dikin. Em êşên gelên Fransa û Lubnanê ji dil parve dikin.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em wek tevgerek siyasî ya bi erîşên dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê re rû bi rû mayî û bi sedan mirovên xwe yên jiyana xwe ji dest dan, careke din destnîşan dikin ku li hember DAIŞ’ê ku ji Beyrûdê heta Reyhanli, ji Pirsûsê heta Parîsê, ji Bexdayê heta Kobanê, ji Tinûsê heta Enqereyê di erdnîgariyek mezin de sûcê mirovatiyê kiriye û li hember pêkhateyên wek wê divê em di nav piştevaniyek mezin de bin.

Tedbîrên li hember DAIŞ û pêkhateyên mîna wê kujer pêş bikevin, ji bo parastina demokrasî û azadiyan xwedî girîngiyek mezin in. Ev pêkhate eger dikaribin hem li Tirkiyeyê hem jî li Ewropayê çalakiyan wiha bi rehetî pêk bînîn, di vê de berpirsiyariya dewletên piştgiriya van pêkhateyan dikin jî hene.

Partiya Demokratîk a Gelan êşên gelên Fransa û Lubnanê parve dike û piştevaniya xwe ya bi wan re hê xurttir tîne ziman. Em careke din ji bo civakên bi van êrîşan rû bi rû hatine re xemgîniyên xwe radigihîn û sersaxiyê dixwazin.”

JI KJA PEYAMA SERSAXIYÊ

Kongreya Jinên Azad (KJA) der barê komkujiya li paytexta Fransa, Parîsê peyama sersaxiyê weşand. Peyama KJA ya sersaxiyê wiha ye: “Em ji ber komkujiya li Fransayê pêk hatiye dixwazin xemgîniyên xwe bînîn ziman. Em vê komkujiyê bi Fransayê re tenê sînordar nabînin, ev komkujî li hember jinê û mirovatiyê ye. Em çeteyên bi vî rengî ji komkujiyên Şengal, Kobanê, Amed, Pirsûs, Enqereyê û jinên bi zorê hatine desteserkirin, êrîşên li hember gelan û baweriyan dizanin. Em wek KJA çeteyên DAIŞ, kombûyina tevahî zextên zilmê û cureyên şîdeta gerdûnî yên tevahî dîrokê zîhniyeta zilamê serwer li hember têkoşîna azadiya jinê digirin dest. Bi van hêstan di serî de ji we û malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazin, ji birîndaran re şifayek lezgîn dixwazin û xemgîniyên xwe tînin ziman.”