Ji FEDA daxuyaniya komkujiya Parisê
FEDA komkujiya li Fransa şermezar kir û wiha got: “Vê hovîtî û wehşetê em wek komên baweriyê yên FEDA û RÊYA HEQ şermezar dikin, serê malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, serê gelê Fransa û mirovatiyê sax be.”
FEDA komkujiya li Fransa şermezar kir û wiha got: “Vê hovîtî û wehşetê em wek komên baweriyê yên FEDA û RÊYA HEQ şermezar dikin, serê malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, serê gelê Fransa û mirovatiyê sax be.”
FEDA komkujiya li Fransa şermezar kir û wiha got: “Vê hovîtî û wehşetê ku li Fransa ji aliyê dijminên mirovatî û baweriyan pêk hatiye û bû sedema 129 mirovan, em wek komên baweriyê yên FEDA û RÊYA HEQ şermezar dikin, serê malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, serê gelê Fransa û mirovatiyê sax be.”
Federasyona Elewiyên Demokratîk ên Ewropa (FEDA) di daxuyaniya xwe de got: “Li pişt van dijminên mirovatiyê û hov her kî, kîjan dewlet hebin, dema di asta nawneteweyî de helwestek neyê nîşandan wê ev komkujî hebûna xwe bidomînin.
Mirovatî careke din li bajarê azadî û demokrasiyê yê Parîsê bû şahidê van dijminên mirovatiyê. Kesên li pey vê wehşetê bê ku şerm bikin, di ser de dersê didin mirovatiyê, ewqasî ji edeb û mejî dûr ketine, yên durû ne, ka em çi ji wan re bêjin. Hê demek nêz li Enqereyê, kesên komkujiyên gelên tên pelçiqandin ên Tirkiyeyê jî pêk anîn heman çete bûn. Kesên rê didin van qatil û hovane her kî bin, li holê hevkarên wan jî ew in.”
FEDA bal kişand ku çeteyên hov û faşîst ên duh êrîşî Kobanê û Şengalê kiribûn, îro heman êrîş li Parîsê jî pêk anîn û wiha berdewam kir: “Di serî de Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî, Dadgeha Ceza ya Navneteweyî, hewlkarên civaka sivîl divê hişyar bin û li hember vê hovîtiya bikevin nav tevgerê. Ev wezîfeyek dîrokî ye.
Li hember vê hovîtiyê girtina helwestê ji bo tevahî mirovatiyê wezîfeyek mirovatiyê ye. Ji kîjan bawerî, ol, çîn, nasnameya etnîk bibe bila bibe, di RÊYA HEQ de li hember zalim li cem mezlûm cihgirtin deynê me yê mirovatiyê ye.