'Pêwîst e saziyên Ewropa dengê ku em ji bo Ocalan derdixin bibihîzin!'
Li bajarê Strasbourg ê Fransa jinên endamên TJK-E yên ji Parîsê hatin ‘Nobeta ji bo Azadiya Ocalan’ a li ber KE dewr girtin.
Li bajarê Strasbourg ê Fransa jinên endamên TJK-E yên ji Parîsê hatin ‘Nobeta ji bo Azadiya Ocalan’ a li ber KE dewr girtin.
Li bajarê Strasbourg ê Fransa jinên endamên TJK-E yên ji Parîsê hatin ‘Nobeta ji bo Azadiya Ocalan’ a li ber KE dewr girtin.
‘Nobeta ji bo Azadiya Ocalan’ a 25’ê Hezîrana 2012’an li ber Konseya Ewropa (KE) ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hat destpêkirin tevî hewaya sar jî 1244 roj in didome. ‘Nobeta ji bo Azadiya Ocalan’ a ket hefteya 179’emîn ji aliyê jinên endamên Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) Valentîna Anter, Eda Taşdemîr, Halîme Adet, Aysel Ayik û Zeynep Yîrîk berdewam dike.
Her wiha her roj li Strasbourgê bi dehan kesan re diyalog tê dayîn, der barê hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê agahî tên dayîn. Endamên koma di çalakiya nobetê de bal dikişînin ser azadiya Ocalan û girtiyên siyasî, komkujî û qirkirinên li Kurdistanê.
'EM LI HER CIHÎ DERKEVIN KOLANAN, SEFERBERIYÊ ÎLAN BIKIN’
Di daxuyaniya li ser navê komê de wiha hat gotin:
"Birêz Ocalan 17 sal in bi awayekî derveyî hiqûqê di zîndanên Tirkiyeyê de tê ragirtin. Nihal i derdora me saziyên navendî yên Ewropa yên wek CPT, DMME, KE û PE hene. Ev sazî pêwîst e dengê mey ê ev 4 sal in di vê çalakiya em didomînin de bibihîzin. Azadiya Serok Apo azadiya gelê Kurd e, em wek jin di vê mijarê bi biryar in. Îro li her bajarê Kurdistanê şer heye. Kurd bi nasnameya xwe ku têkoşîna jiyanê didin cîhan van nabîne, nabihîze, lê wek tevgera jin em di vê mijarê de pir bi israr in. Îleh wê Serok Apo azad bibe, ji ber em di vê fikrê de ne ku heta ew azad nebe wê tiştk ne mimkun be. Ji ber vê sedemê bi taybet jin û ciwan em bang dikin li her cihê em lê dijîn dengê xwe bidin bihîstîn, seferbertiyê îlan bikin û bi vî awayî têkoşînê pêş bixin."
ÇALAKIYA HERÎ DEMDIRÊJ
Çalakiya ‘Ji Ocalan re azadî, ji gelê Kurd re statuya siyasî” ya ji aliyê Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî hat destpêkirin, xwedî vê taybetiyê ye ku çalakiya herî demdirêj a bênavber û bêdem a Kurdistaniyan li Ewropayê pêk anîne. Heta niha bi sedan kes tevlî nobedê bûne. Têkidarî mijara azadiya Ocalan û pirsgirêka Kurd ji bo di nav raya giştî ya Ewropayê de hesytarî bêavakirin bi sed hezaran belavok û broşur hatine belavkirin.