CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Li serayên li Rimêlanê hilberîna zebzeyê
Sera zebzeyan a 36 donimî ya li Rimêlanê, bersivê de di pêwîstiyên zebzeyan ên bazara Girkê Legê, Dêrik û Rimêlanê. Carna jî ji Qamişlo, Hesekê û Dêrazorê re jî tê şandin. -
Enerjiyên nûjenkirî di sala 2023’yan de zêde bûn
Li gor daneyên Ajansa Enerjiyê ya navneteweyî (IEA), par li gor sala 2022’yan sedî 50 zêdetir enerjiya nûjenkirî hatiye bikaranîn û bi vî awayî gihaştiye asteke “dîrokî”. -
Li Colemêrgê ji ber berfê rêya 284 gund û gundikan hate girtin
Li Colemêrg û navçeyên wê ji ber berfa zêde rêya 284 gund û gundikan hate girtin. -
Li Ewropayê barîna berfê her ku diçe kêm dibe: Ev agahiyek xirab e!
Li gorî lêkolîneke ku ji aliyê lêkolînerên Zanîngeha Dartmouthê ve hatiye kirin, ji ber germahiya kurewî li Ewropayê barîna berfê ya vê dawiyê her ku diçe kêm dibe. -
Ayten Kordû: Ev yek madenkariya mêtingeriyê ye
Parlamentera Dersimê ya DEM Partiyê Ayten Kordû lêgerîna li zêr a bi siyanurê weke mêtingeriyê pênase kir û got, "Hûn hem mirovan asîmîle dikin hem jî hebûneya wê herêmê talan dikin." -
Polîtîkaya avê ya Tirkiyeyê: Şer û talan
Tirkiye bi bendavên ku daniye ser çemên Dîcle û Firatê li Sûriye û Iraqê dibe sedema pirsgirêka avê, li nava welêt jî bendavan weke rêbazeke şerê taybet li dijî PKK'ê bi kar tîne. -
Gundên Hewreman û rola Kaniya Kêmne
Pêşiyan gotiye: “Av û avadanî”. Di navbera av û avadaniyê de têkiliyeke xurt heye. Hewramiyan zêdetir haya wan ji vê têkiliyê çêbûye. Av li ba Hewramiyan tenê hêmaneke bikaranînê nîn e, hêmana vejîna siruştê ye. -
Li Colemêrgê rê hatin girtin
Li Colemêrgê ji ber berfa ku du roj in bênavber dibare, rêya 34 gund û mezreyan li çûn û hatinê hatin girtin. -
Ji Firatê heta Basrayê komkujiya ekolojîk -I-
Xebatên kanê yên bi siyanur hem li navçeya Îlîçê ya Erzinganê hem jî li navçeya Giyadînê ya Agiriyê, ji Tirkiyê hetanî Basrayê dibe sedema karesatên pir mezin. -
DEM Partiyê Cejna Êzî li civaka Êzidî pîroz kir
Komîsyona Bawerî û Gelan a DEM Partiyê bi daxuyaniyekî Cejna Êzî li civaka Êzidî û gelên cîhanê pîroz kir. -
KCÊ-E’yê Cejna Êzî pîroz kir
Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropa Cejna Êzî li civaka Êzidî, gelê Kurd û li tevahiya mirovahiyê piroz kir. -
Cihê hinarê di efsane û baweriyên Kurdan de
Di nav efsane û baweriyên Kurdan de cihekî hinarê yê pîroz û taybet heye, wek mêweyeke pîroz û bibereket û jidayikbûnê tê dîtin. -
Li Kurdistanê pergala hilweşînê: Qirkirina Xwezayê
Di van salên dawî de di çarçoveya konsepta şer de, di serî de herêmên Amed, Dersim û Cûdî li hemû bajarên Kurdistanê qadên ekolojiyê rastî texrîbatên sîstematîk tên. -
Li ba Hewramiyan axa bi bereket ji bo çandiniyê ye, ya req jî ji bo niştecihbûnê ye
Hewramiyan erdên çandiniyê nekirine cihên niştecihbûnê û wek tiştekî siruştî nedîtine ku erdek ku ji bo ajotinê guncaw be, wî erdî bikin cihê niştecihbûnê. Li ba Hewramiyan axa bibereket ji bo çandiniyê ye û erdên req jî ji bo niştecihbûnê ne. -
Sala 2023'an wê bibe 'sala herî germ a heta niha hatiye qeydkirin'
Servîsa avhewayê ya Ewropayê Copernîcûs ragihand ku piştî meha Mijdarê ya 'awarte' sala 2023'an wê bibe sala herî germ a hatiye qeydkirin. -
Li Tehranê ji ber hewaya qirêj banga ‘li mal bimînin’ li gel hate kirin
Li paytexta Îran Tehranê ji ber hewaya qirêj ku her sal zêdetir dibe, banga ‘li mal bimînin’ li gel hate kirin. -
Ji ber komira nebaş tenduristiya gel di xetereyê de ye
Firotin û bikaranîna komira Şirnexê bi giştînameyê meha Tîrmehê hatibû qedexekirin, lê belê xetereya komira ku ji aliyê qeymeqamtiyên Nisêbîn, Qoser û Kerboranê tê belavkirin, dewam dike. -
Pira Nehrî her bedew e
Pira Nehrî ya li Şemzînanê yek ji bedewiyên xwezayî yên Kurdistanê ye. Her demsalê bedewiyeke xwe ya cuda heye. -
NY’ê hişyar kir: Rekorên avhewayê têne şikandin
Di vekirina lûtkeya avhewayê COP28 de hişyarî hat dayîn ku sala 2023’yan wê bibe sala herî germ. -
Li Iraqê ji ber hişkesaliyê cotkar bi pirsgirêka avê re rû bi rû ne
Hişkesaliya li Iraqê û kêmbûna avê cotkaran neçar dike ku qadên xwe yên çandiniyê kêm bikin. -
Bîlançoya lehî û berfê: 9 kes jiyana xwe ji dest dan
Li bajarên ku bager, berf û baranê bandor lê kirin, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 9’an. Cenazeyên 4 kesên ku li Êlîhê jiyana xwe ji dest dabûn, hatin veşartin. -
Li Serhedê ji ber berfê rêya bi sedan gundan hatin girtin
Li herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê rêya bi sedan gund û taxan ji ber berfê hatin girtin. -
Li Şengalê toz rabû, li Îranê qirêjiya hewayê
Li Şengalê toz rabû. Li Îranê jî ji ber qirêjiya hewayê xwendin hate rawestandin. -
Germahiyên zede dibe ku heta sala 2050’î bibe sedema ji pênc qat zêdetir mirinan!
Pisporên navneteweyî hişyarî dan ku heke tedbîrên baş li dijî guherîna avhewayê neyên girtin di deh salên pêş de li seranserê cîhanê ji ber germa zêde dibe ku hema hema pênc qat zêdetir mirov bimirin. -
Li Îranê qirêjiya hewayê: Dibistan hatin girtin, karmend dê li malê bixebitin
Li paytexta Îranê Tehranê ji ber qirêjiya hewayê ya zêde tedbîrên ji bo roja Çarşemê tên girtin. Ji ber hewaya nebaş bandorê li Tehran û bajarên din dike, dibistan hatin girtin.