BI DÎMEN

Xwedêda Ilyas: Hêzên komploger tecrîdê dişidînin

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Ilyas diyar kir ku armanc ji komploya 15'ê Sibatê şikandina hêz û îradeya gelên Rojhilata Navîn bû û got, hêzên ku komplo kirin niha jî tecrîdê li Îmraliyê dişidînin.

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Ilyas bi wesîleya salvegera 25'an a komploya navneteweyî axivî ku di 15'ê Sibata 1999'an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di encama komployê de dîl hate girtin.

Xwedêda Ilyas di destpêkê de işaret bi tecrîda giran a li Îmraliyê kir û diyar kir ku ji bo bêdengkirina fikrê demokrasiyê, di bin bêdengiya hêzên navneteweyî û saziyên mafên mirovan de tecrîd li Rêberê gelekî tê ferzkirin.

Xwedêda Ilyas bi bîr xist ku komplo di asta navneteweyî de hate kirin û got, "Hêzên navneteweyî yên ku berjewendiyên xwe di şer de hebû, ev komplo pêk anîn. Armanc têkbirina hêz û îradeya li Rojhilata Navîn bû. Xwestin hêza civakî ya Rojhilata Navîn ji bo berjewendiyên xwe yên aborî, siyasî, leşkerî û civakî bi kar bînin."

Xwedêda Ilyas fikrê Ocalan weke fikrê berxwedanê yê ji bo gelên bindest pênase kir û got, "Ji bo azadiya gelên Kurd, Êzidî, Asûr-Siryan, Ereb û hemû gelên bindest têkoşînek hate destpêkirin. Dema bi fikrê Rêber Ocalan di sala 1984’an de berxwedan hate destpêkirin û gel ji bo mafên xwe rabûn ser piyan, li ser Rêber Ocalan komplo hate şidandin. Hêzên navneteweyî ev komplo kirin, tecrîdeke giran dan meşandin. Îro roj tecrîda herî giran li Îmraliyê li ser Serokatî tê meşandin."

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Ilyas bi bîr xist ku ev ji 3 salan zêdetir e ti agahî ji Ocalan nayê wergirtin û wiha dewam kir: "Ne malbat, ne parêzer nikarin xwe bigihînin Îmraliyê ku agahiyekê werbigirin. Komploya ku li ser gelê Kurd, îradeya wan, axa wan tê meşandin herkes îro li ber vê rastiyê bêdeng e. Ji 7’ê Cotmehê heya roja me ya îro şerê Hamas û Îsraîlê heye, ev şer di rojeva dinyayê de ye. Wê çawa şer çareser bibe, vekişîna Îsraîlê ya ji Xezeyê tê nîqaşkirin. Lê belê li hemberî gelê Kurd, ji dema Osmaniyan heya roja me ya îro li ser Ermeniyan, Kurdan, Mesihiyan şerekî komkujiyê tê kirin. Li ser gelê Kurd û zimanê wan şerê tinekirinê tê meşandin, lê kes dengê xwe nake."
 
Xwedêda Ilyas diyar kir ku dewleta Tirk tevî hêzên NATO’yê şer û komployê dimeşîne û got: "Dewleta Tirk çekên dewletên Ewropayî li hemberî vî fikre bi kar tîne. Komploya li dijî Rêber Ocalan ne bi tenê bi destê Tirkiyeyê hate kirin. Tenê dewleta Tirk nekarî vê komploya mezin pêk bîne. Ji aliyê Amerîka, Rûsya, Îsraîlê ve ev komplo hate kirin. Dixwazin îradeya gelê Kurd tasfiye bikin, cografya Kurdistanê tine bikin."

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Ilyas di dawiya nirxandina xwe de bale kişand ser hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re û wiha dawî li nirxandina xwe anî: "Îro roj hin aliyên ku xwe wekî pêşengê gelê Kurd dibînin, piştgiriyê didin dijminê hovane ku bi hezaran salan e gelê Kurd û zimanê Kurdî qir dike. Her wiha bi taybetî komkujiya civaka Êzidî dikin. Komplo wisa ji nişka ve, ji cihekî ve nehate amadekirin, komplo bi destê dewletên NATO’yê hate kirin ku fikrê demokrasî û azadiyê qebûl nakin. Eger li Rojhilata Navîn her miletek îradeya xwe ava bike, wê kar û xebatên xwe li gor rastiya xwe bide meşandin."