Li Okyanûsan rekora nû ya germahiyê û encamên wê yên gengaz

Cîhana zanistî carek din di der barê germahiya rûyê okyanûsan hişyarî da.

Li gorî rojnameya Belçîkayê Het Laatste Nîeuws, bi tomarkirina pileya herî bilind a germahiya 40 salan bi 21,09 °C di navbera 23-25 Tebaxa 2023’an de rekorek mutleq hate şikandin.

Çavdêriyên ku di 31’ê Çile û 1’ê Sibatê de hatin kirin, germahiya navîn weke 21,1°C nîşan dan.

Van germahiyên derasayî yên bilind di encama çend faktorên ku hatine ba hev tê nirxandin.

Wekî din, guherîna avhewayê ku dibe sedema germbûna demdirêj û gav bi gav a avên okyanûsan de jî rolek girîng dilîze.

ENCAMÊN WÊ ÇI NE?

Yek ji encamên germbûna avên okyanûsê dê xurtbûna bahozan be, ku bêtir enerjiyê peyda bike, bi taybetî dema ku faktorên din guncav bin.

Bi gelemperî, germahiya bilind a li okyanûsan bi taybetî di warê baranê de dibe sedema şert û mercên hewaya giran.

Di dawiyê de, zêdebûna germahiya ava deryayê ji bo popûlasyona masiyan dikare bibe sedema kêmbûna hebûna çavkaniyên xwarinên deryayî, bi encamên potansiyel ên wêranker.