BI DÎMEN

Amadekirina kulor di cejnan de

Di nava çanda Kurdan de yek ji kevneşopiyên bingehîn ên cejnê çêkirina kuloran e. Dayîk û dapîr beriya cejnê bi çend rojan dest bi çêkirina kuloran dikin.

ÇÊKIRINA KULORAN

Di dîrokê de û ta roja îro yek ji kevneşopiyên ku her tim tên domandin, beriya cejna remezanê çêkirina kulorê ye. Dayîk û dapîrên me di berbanga sibehê re dest bi strandina hevîr dikirin û ji bo kuloran amade dikirin. Dayîkan bi kêfxweşî him ji zarokan re him jî ji mêvanan re ew kulor amade dikirin.

Li Kantona Firatê jî beriya cejnê dest bi çêkirina kuloran hate kirin. Kulor li kantona Cizîrê weke kulîçe tê binavkirin, li kantonên netewa Ereb jî bi navê Keek tê binavkirin.

Di demên berê de bi çiwalan kulor dihatin amadekirin, dayîk û dapîran ew firneya tenûrê beriya bi çend rojan digirtin da ku bikaribin di zûtirîn dem de kuloran amade bikin. Dayîkan bi hevîr strandinê re stranên xwe yên gelêrî jî digotin, hin caran jî ji ber kêfxweşiyê dîlana xwe jî digirtin û bi hev re cejna hev beriya hatina cejnê pîroz dikirin.

Dayîka bi navê Gulsim Şêxo ku kevneşopiyên berê ji bo xizim û neviyên xwe pêk tîne, wiha dibêje: "Cejna hemû gelan pîroz be. Bi rasthatina cejna Remezanê, di her cejnê de em kulorên xwe ji bo, xizim û neviyên xwe amade dikin. Dema ku mêvan hatin em li ber wan di cejnê de deynin. Ji xwe cejn bi kuloran û şîraniyê xweş dibe.

Di demên berê de di berbangê de dayîk ji bo çêkirina kuloran di nava tevgerê de bûn, dayîkan bi kêfxweşî ew kulorên xwe çêdikirin. Ew kulor bi text û tîran û li tenûrê dihat çêkirin."