Derbarê komkujiya karkeran a li Licikê de li 8 bajaran gilîname hatin amadekirin

Rêxistinên ekolojiyê li 8 bajaran derbarê berpirsiyarên karesta madenê ya li Licikê de gilîname amade kirin ku di karesetê de 9 karker hatin qetilkirin.

Di 13’ê Sibatê de di encama hezaza erdî de li kana zêr a şîrketa Anagoldê ya li navçeya Licik a Erzinganê 9 karker di bin hezazê de man û xebatên rizgarkirinê piştî çend rojan hatibûn sekinandin. Li ser banga Yekîtiya Ekolojiyê û Koalîsyona Edaleta Avûhewayê rêxistinên ekolojîst û aktîvîstên wan dest bi çalakiyan kirin û derbarê berpirsiyarên karesatê de gilîname hatin amadekirin.

Ekolojistên li 8 bajarên weke  Îzmîr, Aydin, Mugla, Artvîn, Edene, Çanakkale, Balikesîr û Stenbolê çûne 18 Edliyeyên van 8 bajaran û daxwaznameyên xwe yên giliyê dan dozgeriyê.

Li Îzmîrê beriya teslimkirina daxwaznameyên endamên Platforma Hawirdor û Çandê ya Egeyê (EGEÇEP) li pêşiya Edliyeya Îzmîrê ji aliyê Derya Lîm a rêvebera komeleyê ve daxuyaniyek hate dayîn û di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ‘’Qirkirin û wêrankirina xwezayê ku bandoreke mezin li nifşên pêşerojê dike, nayên telafikirin.’’

Ji aliyê endamên Platforma Ekolojiyê ya Edeneyê jî li pêşiya Edliyeya Edeneyê daxuyanek hate dayîn û Rêveberê Platformê Tûgay Bek ev yek anîn ziman: ‘’Ne tenê rayedarên şîrketê hewce ye siyasetmedar û berpirsiyarên dewletê yên ku destûr dane xebitandin û zêdekirina kapasîteya vê madenê jî werin darizandin.’’