KCK’ê diyar kir ku bûyera li Licikê qewimî, car din nîşan da ku têkoşîna li dijî zihniyeta AKP-MHP’ê çiqas girîng e û got: “Tirkiye divê demildest ji vê zihniyeta rantker, talanker, çavbirçî û dijminê mirov û xwezayê rizgar bibe. Divê hemû beşên civakê, hêzên demokrasî, ekolojîst, her kesê ku qîmetê dide mirov, civak û xwezayê li dijî vê zihniyetê helwesteke xurt raber bike. Êdî divê Tirkiye û Kurdistan ji vê zihniyetê bê rizgarkirin, xweza bê azadkirin, jiyan demokratîk bibe.”
Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:
“Li navçeya Licik a Erzinganê di encama hezîna axa bi siyanûr û teqîna boriyan de 9 karkerên madenê di bin axê de man û herêm bi temamî rû bi rûyê karesateke pir cidî ma. Di encama feraseta mêtinger û rantker de rewşeke pir cidî û xeter qewimî. Ne tenê jiyana 9 karkerên di bin axê de man, erdnîgariyeke pir berfireh û ekosîstem ji kîmyewiyên bi jehr bandor bûn û ketin bin xeteriyê. Tişta qewimî, tam Çernobîl e.
ZIHNIYETA DIJMINÊ XWEZAYÊ DI BIN DESTHILATDARIYA AKP-MHP’Ê DE HÎN ZÊDETIR BÛ
Weke tê zanîn di salên dawî de li gelek deverên cîhanê bi siyanûrê lêgerîna li zêr hatiye qedexekirin, madenên ji vî cûrî hatine girtin. Sedemê vê yekê texrîbata ku siyanûr bûye sedem. Kîmyewiyên bi jehr hem ji jiyana mirov hem jî ji xwezayê, xak, av, şînkahî û hemû zindiyan re xeteriyeke cidî çêdike. Ev encam di gelek bûyerên qewimî de ne, hatine tecrûbekirin. Heman tecrûbe li Tirkiyeyê jî çêbûne. Li ti deverên din ên cîhanê bi qasî li Tirkiyeyê karesatên ku kîmyewiyên bi jehr û maden bûne sedema wê, nîne. Bi sedan caran maden bi karesatên mezin bi encam bûne, bi hezaran karkeran jiyana xwe ji dest dane, xweza û ekosîstem zirarên mezin dîtin, hilweşîna ekolojîk çêbûye. Bi taybetî bi desthilatdariya AKP’ê re Tirkiye çend caran rû bi rûyê van karesatan maye. Ji ber ku desthilatdariya AKP’ê siyaseteke di çarçoveya mirov, civak û xwezayê de nameşîne, bi temamî siyaseteke tenê bi armanca rant û hilweşînê dimeşîne. Ev zihniyet û siyaseta dijminê mirov, civak û xwezayê di bin rêveberiya AKP-MHP’ê de hîn zêdetir bûye. Rewşa li Licikê qewimî, mînaka vê ya dawî ye.
LI LICIKÊ EŞKERE BÛ KU AKP-MHP ÇIQASÎ XWECIHÎ Û MÎLÎ YE
Di destpêkê de divê em vê yekê bizanibin ku bi taybetî karesatên madenê, karesatên ku ji aliyê mirovan ve rû didin, bes zirarê nadin mirovan, yan jî tenê mirovan nakujin. Bi hezaran, bi sed hezaran cureyên şînkahî û lawiran ji vê yekê bandor dibin, mîkroorganîzmayên ku ji axê re baş in û axê xwedî dikin tune dibin, ax qirêj dibe, av qirêj dibe û di ekosîstemê de texrîbatên mezin pêk tên. Bi qasî jiyana mirovan, bandoreke neyînî li xwezayê jî dike. Ji ber vê yekê helwestnîşandana di çarçoveya jiyana mirovan de û li gorî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, şaş e. Helbet jiyana mirovan pir girîng e. Lê belê em dizanin ku mirov jî beşeke ji xwezayê ne. Mirov bi xwezayê re pêk tê û bi xwezayê re dijî. Bêyî xwezayê em nikarin bijîn. Hewa, av, ax û tevahİya ekosîstemê çavkaniya jiyana hemû zindiyan e. Xweza dayîka me hemûyan e, ew me diafirîne û zindî dihêle. Eger em xwezayê qirêj bikin, zirarê bidin xwezayê yan jî wê tune bikin, em ê dawiya xwe bînin. Divê em bi nêrîn û feraseteke wiha nêzî jiyan û xwezayê bibin. Lê belê mixabin ku di desthilatdariya AKP û MHP’ê ya faşîst de perçeyeke biçûk jî, ji vê ferasetê nîne. Desthilatdariya AKP û MHP’ê bi tu awayî girîngiyê nade jiyana mirovan û xwezayê, derd û armanca wan bes pere, qezenca madî û kedxwarî ye. Tirkiye bi temamî radestî şîrket, mafya, rant û sermayedarên pereyan hatiye kirin. Ew bi xwe jî hevkarên wan şîrket, mafya, rant û pereyê ne.
Bi hev re Kurdistan û Tirkiyeyê îstîsmar dikin, xwezaya wê qetil dikin û ekosîstema wê xira dikin. Bi destê van xwezayê Kurdistan û Tirkiyeyê û jiyana mirovan ber bi hilweşandinek mezin ve diçe. Li her derê madeyên kîmyewî yên jehrî, birîna daran, HES û bendav... Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi sefseteyên faşîstên mîna Hîtler û Mussolînî yên ‘herêmî û neteweyî’ bi salan e hewl dide sûcên xwe veşêre, bixapîne û civaka Tirkiyeyê bêdeng bike. Mixabin ji ber ku muxalefeta li Tirkiyeyê ji desthilatdariyê ne cudatir e û di bin bandora îdeolojiya neteweperest de ye, rûyê sexte yê desthilatdariya AKP-MHP'ê nikare eşkere bike û hewl nadin ku civak rastiyan bi awayekî zelal bibînin. Hêzên demokrasiyê jî qels in, bi îradeyeke hevpar nikarin gaveke radîkal biavêjin, nikarin vê zîhniyeta rantxwarî, çavpere, antî-xwezayê û mirovahiyê tehşîr bike û rawestînin. Ji ber ku ev hemû li Tirkiyeyê nayên kirin, desthilatdariya AKP-MHP'ê vê sefseteyê li her derê mîna ku tiştekî nû û baş e bi kar tîne û pêşî li nerazîbûnên civakî digire. Lê belê gelo AKP-MHP’ê çiqasî herêmî û neteweyî li Licikê eşkere bû. Gelo mirovekî ku ji warê xwe û neteweya xwe hez bike, bi vî rengî nêzîk dibe? Jiyana karkerên di binê axê de man e, bandora kîmyewî ya ku li sed hezaran ajal û nebatan, qirêjbûna Çemê Firatê, xeteriya ku tejaneya mezopotamyayê… Ev hemû careke din rastî û zîhniyeta desthilatdariya AKP-MHP'ê bi awayekî zelal raxistiye pêş çavan.
DIVÊ JI ZÎHNIYETA DIJ XWEZAYÊ DEMILDEST RIZGAR BIBIN
Asta xeteriya ku di encama hezaza li Licikê rû da ku di madena zêrê de qewimî, hêj nehatiye eşkerekirin. Ev yek Çernobîla AKP-MHP’ê ye. Desthilatdarî û medyayên alîgir, asta xeteriyê vedişêrin. Pirsgirêkê tenê mîna karkerên di binê axê de mane nîşan didin. Ji bo ku guneh û sûcên xwe yên mezin veşêrin bi rizgarkirina karkeran hewl didin rojevê dagirin. Di rastiyê de, ti guman û hestên wan ên derbarê jiyana karkeran de nîne. Me hemûyan bi hev re di Soma, Amasra û erdheja 6’ê Sibatê de dît ku AKP-MHP bi qasî misqalekî jî qîmetê nade karkeran û gel. Ji ber vê yekê, ya ku çapemeniya desthilatdar dike, berovajîkirina rojevê û veşartina gunehekî mezin e. Li vir rewşeke pir cidî heye. Dibe ku madeyên kîmyewî yên jehrî tevlî ava Firatê bibe û tejaneya Mezopotamyayê bikeve nava metirsiyeke mezin. Ne tenê Erzîngan û Licik, tevahiya Mezopotamyayê ketiye nava xeteriyê. Weke ku tê zanîn, çemê Dîcle û Firatê bi hev re tejaneya Mezopotamyayê pêk tîne û heta Kendava Basrayê dirêj dibe û diherike nava deryayê. Jehrîbûna Çemê Firatê tê wateya ku mirov, nebat, ajal, ax, av û mîkroorganîzmayên li van hemû deveran di xeteriyê de ne. Em bi hilweşîneke mezin a ekolojîk re rû bi rû ne. Bi wesîleya vê bûyerê, em zîhniyeta rantê ya AKP-MHP'ê ku dijminatiyê li gel, civak û xwezayê dike, bi tundî şermezar dikin. Desthilatdariya AKP-MHP'ê, erdnîgarî û xwezaya Tirkiye û Kurdistanê her roj bêhtir xera dike. Rewşa ku li Licikê rû da, diyar dike ku li dijî zîhniyeta AKP-MHP'ê têkoşîna me çiqasî pêwîst û rast e. Divê Tirkiye di zûtirîn demê de dev ji vê zîhniyeta rantê, talanker a li dijî xwezayê û li dijî mirovahiyê berde. Pêwîste hemû beşên civakî, hêzên demokrasiyê, ekolojîst û her kesên qîmetê didin mirovan, civakê û xwezayê, li dijî vê zîhniyetê helwesteke xurt nîşan bidin. Niha divê Tirkiye û Kurdistan ji vê zîhniyetê rizgar bibe, xweza azad bibe û jiyana demokratîk pêk were.”