Îran û Rojhilatê Kurdistanê li ber derazînka 'civaka aloz' û civaka demokratîk û ekolojîk' e

Komîteya Ekolojiyê ya KODAR'ê îşaret bi metirsiya têkçûna jîngeha Îran û Rojhilatê Kurdistanê kir û got, di salroja ji dayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de hizra rizgariya jîngehê erkê her kesî ye.

Komîteya Tekolojiyê ya Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) têkildarî talankirina xwezayê û têkoşîna ji bo parastina xwezayê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Mijara ekolojiyê yek ji stûnên mayîna mirovahiyê ye li ser rûyê dinyayê. Afirandina jiyaneke azad û tijî kêfxweşî girêdayî jîngehê ye. Ekolojî ji bo avakirina civakeke tendurist û xweşik û azad e. Îro li Îran û rojhilanê Kurdistanê ji ber rejîmeke gendel metirsiyeke nedîtî hem li ser jîngehê û hem jî li ser civakê heye. Astengiyên rejîmê yên li ber çalakiyên parastina jîngehê bi taybetî li rojhilatê Kurdistanê bûne sedema qeyraneke siyasî ya mezin û xeraker. Encama vê yekê jî karesatên mirovî û jîngehî ne. Lewma Îran û rojhilatê Kurdistanê di navbera bijardeya ‘civaka aloz’ û ‘civaka demokratîk û ekolojîk’ de ne.

Bê guman wexteke kêm maye da ku jîngeh û civak li Îranê bêne parastin. Berî ku bibe dereng, rawestandin û kontrolkirina qeyranan ji av û ax û hewayê bi xwe girîngtir e. Hemû pirsgirêkên jîngehî çavkaniya xwe ji pirsgirêkên siyasî yên rejîmê werdigirin. Ev yek li rojhilatê Kurdistanê heta sînorên qirkirina çandî û jîngehî diçe. 

Wêrankirina sînorên rojhilatê Kurdistanê yên zengîn bi rêya şerê Îran û Iraqê, xerakirina çavkaniyên avê bi rêya avakirina bendavên ewlehiyê û bi rêya mafyaya artêşa Pasdaran û bi rêya guhartina rêya avan rewşa jîngehê ji karesatê xerabtir kiriye.

Birêvebirina xerab bi mebest e û li gorî berjewendiyên sîstemê ye. Ji ber vê birêvebirinê niha em di nav dilê karesateke jîngehî de ne li Îranê. Vê yekê hemû herêmên bajar û gund û deşt û çavkaniyên avê û hilberandin û pîşesazî kirine metirsiyên mezin li ser mirov. Ev karesat ji ber sîstema netewe-dewletê ye. Tu kes nikare vê yekê înkar bike.

Îran welatek e ku gol û lîtavên wê ziwa dibin. Wêranbûna daristanên Zagrosê, derketina mafyaya daran, germbûna gerdûnê, şewat, jinavçûna cureyên giyaneweran, zêdebûna serjimariyê, pîsbûna hewa û axê, zêdebûna fabrîqeyan, kêmbûna avê û zêdebûna pileya germahiyê, axbarîn, çolterbûn, bendavên belasebeb, pêşvebirina pîşesaziya wêranker li parêzgehên navendî bi armanca wêrankirina herêma Zagrosê ev hemû hin ji wan karesatan in ku wisa kirine ku jiyana civakê rastî hişkbûneke tirsnak were.

Rejîmê bi rêya kavilkirina axê û pîskirina jîngehê hemû warên jîngehê ji bo valakirina gundan û koça neçar û guhartina demografiyê kirine amrazên siyasî. Ev yek dibe sedema rageşiya neteweyî û qirkirina gel. Hetta zextên li ser çalakvanên sivîl yên jîngehê yên li rojhilatê Kurdistanê li gorî bernameya ewlehî û siyasî ya rejîmê tên birêvebirin.

Gava ku jiyan radiweste û debare civakî îflas dike, wê demê serhildana gel dikare bibe çavkaniya jîngehê. Gava ku civak dibe qurbaniyê destên rejîmê, wê demê erka civaka sivîl ew e ku ji bo asoya azadiyeke temamî ser hilde. Gava ku saziyên desthilatdariyê welêt dikin çol û civakê ber bi kendalê dibin, wê demê serhildan tekane rêya azadiyê ye. Sîstema kapîtalîst jî bi awayekî aşkera jîngeh ji debarê cuda kiriye û kiriye çavkaniya hilberandina bi armanca kar û desthilatdariyê. Ev şert û mercên tirsnak tê wateya mirina civaka Îranê ya gav bi gav.

Gelên Îranê tu carî wekî niha ji ber rewşa jîngehê ya karesatbar hest bi tirsê nekiriye. Ev rewş nikare heta çend salan dewam bike. Rejîm dikare siyaseta xwe bidomîne, lê nikare rê li ber berteka jîngeh û  civakê ya kontrolnekirî bigire.

Rêber Apo jîngeh wek siruşta yekem û civak jî wek siruşta duyem bi nav dike, ango hebûna her yekê ji wan bêyî ya din ne mumkin e. Rêber Apo dibêje ku pêwîstiya civaka komînal û ekolojîk bi eko-aboriyê heye.

Li Îran û rojhilatê Kurdistanê rizgariya jîngeh û civakê mîna du siruştên hevrayek in, tenê bi afirandina fikir û ramanên azadîxwaz ên ekolojîk dikarin pêk werin. Armanca Rêber Apo ji “civaka demokratîk û ekolojîk û azadîxwaz ji bo jinan” ev yek e. Lewma civaka Îranê ku ber bi kendalê diçe, tenê bi rêya famkirina fikir û ramanên Rêber Apo dikare azadî û serbestiyê pêk bîne. Hêza praktîzekirina vê felsefeyê jî civaka sivîl e. Ji ber ku civaka sivîl dikare gelek saziyên sivîl ava bike.

Li gorî Komîteya Ekolojiyê ya KODAR’ê yekxistina tevgerên jîngehî yên civaka sivîl tekane rêya rawestandina makîneya wêranker a rejîma Îranê ye. Lewma divê hem opozîsyon û hem jî civaka sivîl bi awayekî hevterîb, hevgirtî û bi bernameyên rizgariya jîngehê ekolojiyê wek zanista rizgariyê bi kar bînin. Rizgarkera serekî civak bi xwe ye. Lewma di salvegera jidayikbûna Rêber Apo de ango 4’ê Nîsanê, ku salvegera damezrandina PJAK’ê ye jî, fikirîna li ser rizgariya jîngehê beşek e ji erkên me. Civaka sivîl tekena hêza parastinê ye. Siruşta duyem parêzvanê siruşta yekem e."