Bi hatina meha Remezanê re, azarên penaberên li kampên Minbicê girantir dibe

Bi hatina meha Remezanê re, penaberên kampên Minbicê rastî şert û mercên zehmet ên aborî û jiyanî tên. Koçberên kampên navçeya Minbicê banga alîkariyê li rêxistinên navneteweyî kirin.

LI KAMPÊN MINBICÊ ŞERT Û MERCÊN ZEHMET ÊN ABORÎ Û JIYANÎ

Kampa rojhilat a kevin û nû, di sala 2017’an de li gundê Resim El-Exder a dikeve rojhilatê parêzgeha Minbicê hat avakirin û nêzî 404 malbatan li kampa kevin a rojhilat dijîn. Lê hejmara penaberan digihije 2200 kesî, hejmara malbatên li kampa nû digihije 719 malbatî û 4900 penaber tê de cih digirin. Ji aliyê rûberê wan ve, ya kampa kevin 6 hektar e, ya nû digihije 9 hektaran.

Di vê çarçoveyê de hevserokê kampa nû ya rojhilat Yasir Misto ji ANF’ê re axivî û got: “Rêxistina Ewlehiyê pilêtên xwarinê, paqijkirin û alîkariyên aborî dide û rêxistina Konsêr bi dayîna ava vexwarinê û sererastkirina serşokan re mijûl bûye. Pilêtên xwarinê dibe sê parçe, perçeyê yekem ji kesekî heta sê kesane û bi nirxê 22 dolare, ya duyem ji 4 heta 6 kesan bi nirxê 55 dolare, ya sêyem jî ji 7 heta 9 kesan bi nirxê 88 dolare. Lê ji 10 kes û ber bi jor de bi nirxê 99 dolar tê standin.”

Di heman çarçoveyê de yek ji kesên ku li kampa nû rûdinê, Xedîce Silêman jî wiha got: “Em welatiyên kampê rastî kêmbûna xwarin, derman û kelûpelên germkirinê tên. Em nêzî 30 dolaran werdigirin ku miqdarek gelekî hindik e. Em di warê germkirinê de jî zirarê dibînin, hejmarek nexweş hene ku ji bo dabînkirina xizmetên jiyanê nikarin tiştekî bi dest bixin.”

Xedîce Silêman bang li rayedarên pêwendîdar û rêxistinên mirovî kir ku alîkariyên guncaw û madî pêşkêşî şêniyên kampê bikin.

‘DI MEHA REMEZANÊ DE NIRXÊ KEL Û PELAN ZÊDE DIBE’

Îbrahîm El-Hemed jî ku li kampa El-Resim El-Exder dimîne ev tişt got: “Em di warê jiyanê de gelek êş û azaran dikişînin. Betanî, isfenc û çadir nîne. Azarên me di meha rojiyê de zêdetir dibe, ku bilindahiyeke pir mezin di nirxê kel û pelan de heye, daxwaza me ji rêxistinan heye ku alîkariyê bi me re bikin.”

Di dawiyê de koçbera kampa Resim El-Exder a nû Meryem El-Şêx Ehmed jî ev tişt got: “Em di vê zivistana borî de rastî gelek zehmetiyan hatin, ji ber ku tu alîkarî ji me re nehat kirin. Tenê rêxistina Sêfîtî ji me re pilêtên madî belav dikirin, lê ev pilêt ji ber buhabûna zêde, têra tiştekî nake.”