Li Rûsyayê karesata lehiyê berdewam dike

Rayedarên herêma Kurgan a Ûralê ya Rûsyayê, ji ber lehiyên dîrokî bang li welatiyan kirin ku "demildest" malên xwe vala bikin û hişyarî dan ku wê bi şev rewş "pir dijwar" bibe.

Li Rûsyayê karesata lehiyê berdewam dike. Rayedarên herêma Kurgan a Ûralê ya Rûsyayê, ji ber lehiyên dîrokî bang li welatiyan kirin ku "demildest" malên xwe vala bikin û hişyarî dan ku wê bi şev rewş "pir dijwar" bibe. Waliyê herêma Kurganê Vadîm Çumkov jî wiha got: "Gelî hemwelatiyên min, demildest ji herêmên di bin avê de mane derkevin."

Çumkov diyar kir ku asta çemê Tobolê bilind bûye û wiha got: "Baran dest pê kir û ev jî bû sedema herikîna avê."

Ajansa Rîa Novostî nivîsî ku li gorî texmînên fermî, dibe ku nêzî 18 hezar kes li herêma rêwşên lezgîn bin.

Li gel ku hêj asta bandora guherîna avhewayê nehatiye diyar kirin, zanyar destnîşan dikin ku germbûna gerdûnî piştgirî dide bûyerên hewayê yên giran ên wekî barîna baranê ya ku dibe sedema lehiyan.

Li gorî daneyên rayedarên cuda yên herêmê, li Rûsyayê herî kêm 20 hezar kes hatin tehliyekirin.

Li gorî nûçeya ajansa Tass a dewletê bi giştî nêzî 40 hezar xanî di bin avê de man.   

Li gor daxuyaniya Wezareta Rewşên Lezgîn li Kazakistana ku welatekî mezin ê Asyaya Navîn e zêdetirî 102 hezar kes hatin tehliyekirin.