BI DÎMEN

Bi wesîleya 4'ê Nîsanê 800 dar li kantona Firatê hatin çandin

Li Kobanê bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 800 darên Peyam û Xurman hatin çandin.

LI KOBANÊ DAR HATIN ÇANDIN

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 4'ê Nîsana 1949'an de li gundê Amara yê girêdayî navçeya Xelfetî ya bajarê Rihayê ji dayîk bûye. Abdullah Ocalan tevî şert û mercên giran ên tecrîdê jî li girava Îmraliyê têkoşîneke bê hempa li hemberî faşîzmê dimeşîne.

Bi wesîleya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Desteya jîngehê ya kantona Firatê 800 dar li gundê Siftekê yê rojavayê bajarê Kobanê çandin. Her wiha 400 darên Xurman û 400 darên Peyaman jî hatin çandin.