BI DÎMEN

Şitilgehek ji bo Reqayê

Şitilgeha El Emel ku bi hezaran ji cûreyên şitilan herêmê dixemilîne, şitilgeha herî mezin a Reqayê ye. 10 pispor ji bo jinûve geşkirina xwezayê hewl didin.

Şitilgeha El Emel a li bajarê Reqayê li ser qadeke ji 5 donimî hatiye avakirin û şitilgeha herî mezin e. Li şitilgehê zêdeyî hezar cûreyên şitilan hene û 10 pispor lê dixebitin.

Çandina şitlan ne tenê ji bo karê çandiniyê, her wiha ji bo parastin û dewlemendkirina jiyana xwezayî jî gelekî girîng e. Şitilgeh bi şitlên xwe yên ji dar, zebze û nebatên cuda, derfetan dide çareserkirina pêwîstiya çandiniyê ya li herêmê. Şitilgeha ku sala 2019'an kete meriyetê, di demeke kurt de bû yek ji hilberînerên herî mezin ên li herêmê. Şitilgeha El Emel bi şitlên xwe yên cihêreng balê dikişîne. Her wiha bi buhayên xwe yên guncaw jî derfetan dide muşteriyên xwe. Buhayê şitilan bi 15 hezar lîreyê Sûriyeyê destpê dike û digihêje heta 135 hezar lîreyê Sûriyeyê. Ev yek jî derfetên guncaw pêşkêşî muşteriyan dike.

ŞITILÊN BI KALÎTE Û TENDURISTIYEKE BAŞ

Şitilgeh piştgiriyê dide karê li herêmê, di hilberandina şitilên bi kalîte û tenduristiyeke baş jî tevkariyê li herêmê dike. Bi vî rengî çandinî û xwezaya li herêmê hîn xurt dike.

10 PISPOR LÊ DIXEBITIN

Di karê çandin û mezinkirina şitlan de yek ji gavên herî girîng jî avdan e. 10 xebatkar li gorî cûre û temenê şitlan bernameyeke avdanê diyar dikin, serê her sibehê av didin. Her wiha ji bo şitil bi rengekî baş mezin bibin, gubreyên rast li gorî wan têne bikaranîn. Li hemberî nexweşiyan jî bi rêk û pêk têne kontrolkirin. Şitilgeha El Emel bi vî karê xwe tevkariyê li xwezayê dike.