NCKD Mulhouse kongreya xwe li dar xist
Li bajarê Mulhouse yê Fransa NCKD 24’emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist.
Li bajarê Mulhouse yê Fransa NCKD 24’emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist.
Li bajarê Mulhouse yê Fransa NCKD 24’emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist.
Li bajarê Mulhouse yê Fransa Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) 24’emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist. Kongreya ku diyarî “Şehîdên meha Gulanê” hat kirin, li Navenda Çandê ya Kurd a Mulhouse bi rêzgirtinê destpê kir.
Piştî hilbijartina Dîwanê Nûnerê KCD-E axaftinek kir. Nûner diyar kir ku bi paradîgmaya tevgera azadiyê ya Kurd pêş xistiye di mijara aştiyê bînin Rojhilata Navîn bi îdîa ne. Nûner pêşketinên li Rojava, Sengal, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê girt dest, bal kişand ser pêwîstiya kongreya neteweyî û got ku divê tavilê kongreya neteweyî bê lidarxistin.
‘EYARÊN SULTAN XERA BÛN, XEW LÊ HERIMÎ’
Nûnerê KCD-E got, “Bi paradîgmaya HDP'ê re, gel û her kesên bawer dikin wê xwe temsîl û îfade bikin di bin banê HDP’ê tên gel hev. Sultanê ji ber danezana hilbijartinê ya HDP’ê û eleqeya zêde ya ji HDP’ê re xew lê herimiye, destûra bingehîn û qanûnan tine dihesibîne. Sifetê serokkomaritiyê daniye aliyekî, bi awayekî ku eyar û hevsengiya wî xera bûye bi xwestina dengan sûc dike. Em bûn kabûsê sultan û me eyarên wî xera kirin. Em vê berdewam bikin.”
‘DIVÊ BI RUHÊ SEFERBERTIYÊ EM BIÇIN SER SINDOQAN’
Nûnerê KCD-E got ku bi zanebûna di nav pêvajoyeke kurt a 20 rojan de wê karibin pêşeroja xwe ava bikin bi ruhê seferbertiyê divê mirov biçin ser sindoqan.
Piştî axaftinê raporên xebatan û malî hat xwendin. Paşê hilbijartin pêk hatin. Desteya giştî ya ji 11 kesan hat hilbijartin. Ji bo hevserokatiya desteya rêveber jî Hanim Can û Ercan Urper hatin hilbijartin.