Li axretê Dayik Berfo li benda te ne

Dayikên Şemiyê, ÎHD û Hewldana 78’an, xelatkirina mîmarê darbeya faşîzan a leşkerî ya 12’ê Îlonê Kenan Evren ê bi merasîma dewletê hat definkirin, li Qada Galatasarayê bi çalakiyekî protesto kirin.

Dayikên Şemiyê, ÎHD û Hewldana 78’an, xelakirina mîmarê darbeya faşîzan a leşkerî ya 12’ê Îlonê Kenan Evren ê bi merasîma dewletê hat definkirin, li Qada Galatasarayê bi çalakiyekî protesto kirin. Dayikan yek bi yek pirsa ‘Hûn Kenan Evren çawa dizanin’ bersivandin û xwişka Cemîl Kirbayir, Fatma Kirbayir got: “Ez heqê xwe helal nakim.  Kujer Kenan Evren, ji alî Xweda ve bi rewşeke nebaş mir. Nanê me di qirika wî de ma.  Li vir edeleta me nîvco mal ê li axretê, dayik li benda wî ne. Dayika Berfo li benda wî ye.”

Mîmarê darbeya faşîzan a leşkerî ya 12’ê Îlonê Kenan Evren bi merasîma dewletê hat xelatkirin û ev li tevayî welat rastî protestoyan hat. Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Namzeta HDP’ê ya Stenbolê Pervîn Buldan, dê û bavên Berkîn Elvan, Gulsum û Samî Elvan, parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, hunermend Ferhat Tunç, namzetên Stenbolê yên HDP’ê û gelek rêxistinên girseya demokratîk û partî beşdar bûn. Pankart hatin vekirin û wêneyên windayan hatin hildan.

Birayê Hayrettîn Eren ê winda, Faruk Eren axivî û got ku di pêvajoya 12’ê Îlonê de bi hezaran kes di bin îşkenceyê de derbas bûn û wiha got: “Yek ji wan birayê min bû. Evren di darizandineke xapînok hat darizandin. Rejîma 12’ê Îlonê bi AKP’ê berdewam kir.” Eren bersiva pirsa ‘hûn çawa dizanin’ wiha da: “Kesekî faşîst û kujer bû.”

KUJER BÛ

Birayê Nurettîn Yedîgol yê di bin çavan de hat windakirin, Muzaffer Yedîgol jî got: “Berpirsê êşa me ya ku ev 35 sale em dikişînin,  li doşekên mirinê can da. Evren ji kuştina hezaran kesî berpirs e.  Mala kesan şewitandin, dilê dayikan agir berdanê.  Îşkence bi zarokên me kirin.  Me li vê cîhanê hesab ji wî nepirsî. Lê dayikên me wê li cîhana din hesab jê bipirse. Ew wî wek kujer dibînin.”

Ahmet Cîhan jî ku birayê wî Suleyman Cîhan hat qetilkirin jî got: “Li gorî Qanûna Dadgeha Cezayê heta sûc neyê îspatkirin kes bêgunehin.  Lê hemû Tirkiye dizane ku Kenan Evren ne bêgunehe. Hemû cîhan vê dizane. Me îşkenceyên wî baş dizanî. Em ti car ji bîr nakin.”

Mîkaîl Kirbayir jî got gora birayê wî jî jê re zêde dibînin û got: “Mafê me ji me girtin ku em kulîlkekê danîn ser gora wî. Ew sûcdarê mirovahiyê ye.”

DAYIKA BERFO LI BENDA TE YE

Biraziya Nurettîn Ozturk, Hulya Ozturk jî got: “Ez hemû kesî vexwendiyê bêdengiyê dikim. Ev wêne her tiştî vedibêje.” Xwişka Cemîl Kirbayik, Fatma Kirbayik got: “Ez heqê xwe helal nakim. Evre ji aliyê xweda ve êşek mezin mir. Nanê me di qirika wî de mam. Dayik li axretê li benda te ne. Dayika Berfo li bende te ye.”

Li ser navê Dayikên Şemiyê Îkbal Eren daxuyanî xwend û got ku kesên beşdarî merasîma cenazeya Evren bûne hevkarên darbekarane.

12’Ê ÎLONÊ BI AKP’Ê DIDOME

Hewldana 78’an jî daxuyaniyek dan. Li ser navê 78’an nûnera Hewldana 78’an Yunus Bîrcan daxuyanî xwend. Bîrcan da zanîn ku Kenan Evren ne tenê ye û got ku Konseya Ewlehiya Neteweyî, Fermandarên Rêveberiya Teng, Walî, Qeymeqam, emniyet, şaxên siyasî, midûrên girtîgehan, herbvanên taybet, endamên hikûmetê, endamên meclîsê û bi hezarên din hevkarî vî sûcî ne.

...