Gelên Anatoliya Navîn di şahiyên Hidrellezê de tên cem hev
Bi beşdarbûna namzetê parlamenteriyê yê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak re, li navçeya Enqere Haymanayê, 16. Şahiyên Hidrellez tê lidarxistin.
HACÎ GUNEŞ / ANF
ENQERE
duşem, 11 gulanê 2015, 07:12
Bi beşdarbûna namzetê parlamenteriyê yê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak re, li navçeya Enqere Haymanayê, 16. Şahiyên Hidrellez tên lidarxistin. Tê payîn ku ji her aliyên Anatoliya Navîn wê bi hezaran kes beşdarî şahiyê bibin.
16. Şahiyên Hidrellez yên Haymana ku ji aliyê rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Haymanayê ve hatiye organîzekirin, hedef dike ku hemû gelên Anatoliya Navîn bînin cem hev. Şahiya ku di 17’ê Gulanê roja Yekşemê pêk tê, berdevkê heyeta Îmraliyê ya HDP’ê û namzetê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak wê wek axaftvan beşdar bibin. Her wiha hunermend Xêro Abbas, Hozan Dîno, Serbilind Kanat, Koma Zelal, Xecê Herdem, Yusuf Sitranbêj, Serpîl Kaya, Gulseher û gelek hunermendên din ên herêmî wê konserê bidin. Tê payîn ku bi hezaran kes beşdarî bernameyê bibin.
BI RIHÊ NEWROZÊ WÊ BI HEZARAN BEŞDAR BIBIN
Endamê Komîteya Amadekar a Şahiyên Hidrellez ên Haymanayê û Serokê HDP’a Haymanayê Fevzî Unal, da zanîn ku şahî di serî de Kurdên Anatoliya Navîn û hemû gelên Rojhilata Navîn digire nav xwe, da zanîn ku amadekariyên şahiyê li ber qedandinê ne û her kes dawetî şahiyê kir. Unal da xuyakirin ku şahiyên Hidrellezê tenê bi Haymanayê ne sînore û got ku her kesên li aliyê aştî û demokrasiyê, her kesên li Rojhilata Navîn dijîn bila beşdarî şahiyê bibin. Unal bi lêv kir ku wê şahî wek mîtînga hilbijartinê derbas bibe û anî ziman ku ew dipên ku şahî bi ruhê Newrozê biherikin, şahiyê.
ŞAHÎ ROLEK MEZIN DILÎZE
Endamê Komîteya Amadekar a Şahiya Hidrellezê ya Haymanayê Nasir Çeker jî wiha got: “Kurdên li ser van xakan dijîn, berî niha bi sedsalan ji ber sedemên diyarkirî li koçberkirinê hatine ferzkirin. Tevî hemû polîtîkayên asîmîlasyonê, çand, ziman û hebûna xwe parastine û heta îro hatine. Şahiyên Hidrellez ên bûne wek kevneşopiyê, di yekbûna gelên li Rojhilata Navîn dijîn de rolek mezin dilîzin. Şahî wê wek mîtînga hilbijartinê derbas be.”
Şahî 17’ê Gulanê roja Yekşemê li Şawlu Ozkoyler a Haymanayê saet di 10.00’an de wê destpê bike û heta 18.00’an wê bidome.